Leşkerên Îsraîlê li Sûriyeyê 4 ciwan desteser kirin

17-11-2025
Nîşan Îsraîl Sûriye Ciwan Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li herêma Hefayerê ya bajarokê Xan Ernebeyê yê girêdayî parêzgeha Quneytrayê ya Sûriyeyê, çar ciwanên ji heman malbatê desteser kirin.

Li gorî nûçeya ku televîzyona dewletê ya Sûriyeyê, artêşa Îsraîlê doh li herêma Hefayerê çar ciwanên ji heman malbatê desteser kirine.

Li gorî çavkaniyên herêmî, ew ciwan piştî ku li zeviya malbata xwe ya ku rojek berê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve zeree dîtibû dixebitîn, di rêya vegerê de ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine desteserkirin.

Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ragihandibû ku artêşa Îsraîlê ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ku rejîm hatibû rûxandin heta 18ê Îlona 2025an li herêmên cuda yên Sûriyeyê zêdetirî 1000 êrişên asmanî û zêdetirî 400 êrişên bejayî pêk anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst