Hewlêr (Rûdaw) - Kampa Yermûk niha ketiye bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê, lê ji ber ku çekdarên DAIŞê ji bo çend salan, Kampa Yermûk ji xwe re kiribûn wek pêgeheke stratejîk, ew dever rastî şerekî giran hat, û di encamê de tevahiya çekdarên DAIŞê hatin derxistin, lê piraniya mal û xaniyên wê kampê wêran bûne.
Kampa Yermûk cihê akincîbûna koçberên Filistînî li Şam a paytexta Sûriye, ewên ku di sala 1948an de ji Filistînê koçberî Sûriyê bûbûn. Kamp dikeve başûrê rojhilatê Şam a paytexta Sûriyê, di encama dorpêç û şerê heft salan de her 200 hezar akinciyên kampa Yermûkê koçber bûn, û piraniya avahiyan jî wêran bûn. Di dema dawî de kalekî 74 salî vegeriya mala xwe, bi dilekî şikestî rewşa berê û niha tîne zimên.
Akinciyê kampa Yermûkê, Mihemed Denxûs dibêje: “Bi rastî ez gelekî bêzar bûm dema min ev hemû wêranî dît, li her cihekî wêranî, camên şikestî, ev 20 roj in ez hatime daku derdora xwe paqij bikim, hemû tişt li vê derê tevlihev bûye.”
Mihemed Denxûs salên berî şerê navxwe yê Sûriyê yên ligel hevjîna xwe li nav kampa Yermûkê tîne bîra xwe, ku hevjîna wî ji ber nexweşiyê çû ber dilovaniya xwedê, dixwaze careka din li mala xwe bijî.
Denxûs tekez dike: “Berê jiyan li vê derê gelekî xweş bû, ez û hevjîna xwe li vê derê bihevre bûn, her tişt wêran kirin, ez dixwazim mala xwe nûjen bikim û li vê derê bi aramî bijîm.”
Berî şerê navxwe yê Sûriyê nêzîka 200 hezar kes di nav kampa Yermûkê de hebûn, sala 2011-2012an grûpên çekdar ew kontrol kirin, 2015an çekdarên DAIŞê kampa Yermûk ji dest grûpên çekdar derxist, Gulana 2018an artêşa Sûriyê kampa Yermûk ji dest DAIŞê derxist, hejmareke biçûk xelk vegeriyane, li gor artêşa Sûriyê hêjî gelek mîn di nav kolan û avahiyan de mane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse