Sûriye deriyên xwe ji hilberînerên biyanî re vedike

09-05-2025
Solîn Mihemed Emîn
Pêşangeha Malzemeyên Avakirinê û Enerjiyê \ Wêne: Rûdaw
Pêşangeha Malzemeyên Avakirinê û Enerjiyê \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Sûriye Şam Tirkiye Hilberîner
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê bi hevkariya wezaretên karên giştî, aborî, enerjî û pîşesaziyê 3 pêşangehên cihî û navneteweyî hatine vekirin.

Pêşangeh bi beşdariya hejmarek ji wezîrên Hikûmeta Sûriyeyê vebûn û giringiya rola kompanyayan a di qonaxa nû ya avakirina Sûriyeyê de hat tekezkirin.

"Derî li ber hemû kompanyayan vekirî ye"

Wezîrê Aboriyê yê Sûriyeyê Mihemed Nîdal El-Şear ji Rûdawê re got:

"Helbet derî li ber hemû kompaniyan hatiye vekirin ku li Sûriyeyê hilberînê bikin.

Derbarê mijarê cezayan jî de ez bawer dikim ku rewş aloz e û bi izna Xwedê dê di demeke nêz de çareser bibe."

Di pêşangehan de beşdariya şirketên Tirkiyeyê balkêş bû, nemaze ku piştî ketina desthilata Esed bi dehan kompanyayên Tirkiyê li Sûriyeyê dest bi kar kiriye.

Karguzarê (Karbirêker-Meslehetguzar) Demkî yê Tirkiyeyê yê Şamê Burhan Koroglu ji li pêşangehê hazir bû.

“Aramiya Sûriyeyê girêdayî aramiya Tirkiyeyê ye”

Burhan Koroglu diyar kir ku ew dê bi awayekî çalak piştgiriya avakirina Sûriyeyê bikin û wiha domand:

"Piştî serkeftinê em dixwazin bibin alîkar di nûavakirina Sûriyeyê de bi awayekî baş, bi hemû alî û xakên wê.

Ji ber vê yekê em wekî balyozxane li vir in û gelek kompanya û saziyên Tirkiyeyê tên vê derê.

Hin ji wan xêrxwaz in û hin navneteweyî û hin jî yên hikûmetê ne. Hemû ji bo aramkirina Sûriyeyê beşdar in."

Koroglu her wiha got, “Em dizanin aramiya Sûriyeyê girêdayî aramiya Tirkiyeyê ye.

Her du jî di heman rêyê de ne. Em serkeftinê ji wan re dixwazin. Helbet çalakbûna aborî girîng e, ji ber ku wê bibe sedema jinûavakirineke bihêz."

Piraniya nîşandanên kompanyayan ji beşên enerjî, pîşesazî û avakirinê bûn ku niha pêwîstiya Sûriyeyê herî zêde bi geşedana van beşan heye.

Nêzîkî 500 kompanyayên cihî û biyanî beşdarî pêşangehan bûn.

Ji welatên Ereban ên wekî Libnan, Misir, Îmarata Erebî, Urdin û Îraqê jî kompanya tevlî pêşangehê bûn.

Pêşangeh dê çend rojên din jî berdewam bike û tê çaverêkirin ku dê bibe platforma gelek rêkeftin û projeyên nû ji bo nûjenkirina jêrxaneya welatê ku demeke dirêj e ji şer û aloziyê azarê dikişîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst