Hewlêr (Rûdaw) – Nawar Necme li ser hilbijartinên Parlementoya Sûriyeyê got, “Hilbijartinên li Reqa, Hisîça û Siwêdayê hatin bipaşxistin.”
Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê Nawar Necme got,"Ji ber sedemên ewlehiyê, hilbijartin heta demeke nediyar hatin taloqkirin lê kursiyên wan parêzgehann dê parastî bin."
Nawar Necme ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê li sê parêzgehan heta demeke nediyar hatine bipaşxistin.
Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê diyar kir ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyê yên li wan parêzgehan pêkanîna hilbijartinan hatine bipaşxistin.
Nawar Necme da zanîn ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê biryar daye ku hilbijartin li van parêzgehan "heta ku mercên guncav û jîngeheke ewle peyda bibe" bên taloqkirin.
Wî her wiha tekez kir ku kursiyên wan her sê parêzgehan ên di parlamentoyê jî dê parastî bimînin û dema hilbijartin li wan parêzgehan hat kirin dê nûnerên wan parlamenteran jî derbasî parlamentoyê bibin.
Sûriye xwe ji bo hilbijartinên parlamentoyê amade dike.
Tê payîn ku di navbera 15-20ê Îlona 2025an li Sûriyeyê hilbijartinên parlamentoyê bên kirin.
Sêyeka endamên parlamenê dê ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve bên tayînkirin û mercên giran hatin danîn.
20ê Tebaxa 2025an Ehmed Şer biryarnameya hilbijartinên sala 2025an derxist.
Li gorî biryarnameyê, hejmara endamên parlamentoyê dê 210 kes be, sêyeka wan ji aliyê serokkomarê welêt ve tên destnîşankirin û kursiyên din li gorî belavbûna nifûsa parêzgehan tên dabeşkirin.
Li gorî biryarnameyê, çend merc li ser endamên Desteya Hilbijêr hatine danîn.
Her wiha ew kesê ku xwe namzed bike dê divê beriya 1ê Gulana 2011an welatiyê Sûriyeyê be.
Piştî rûxana Beşar Esed Ehmed Şer Parlamentoya Sûriyeyê hilweşand û destûreke demkî pesend kir.
Her wiha biryar da îsal hilbijartinên parlamentoyê bên kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse