ŞAM - Niştecihên Meşrûh Dumerê zeviyên xwe dixwazin

25-06-2025
Solîn Mihemed Emîn
Xwenîşandana niştecihên taxa Meşrûh Dumerê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Xwenîşandana niştecihên taxa Meşrûh Dumerê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Sûriye Şam Meşrûh Dumer Erd
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Niştecihên taxa Meşrûh Dumerê ya Şamê niha erdên xwe dixwazin ku hikûmeta berê ya Sûriyeyê dest danîbû ser.

Niştecihên taxa Meşrûh Dumarê ji bo vegerandina zeviyên xwe xwenîşandanek kir.

Xelkê taxê ji hikûmeta Sûriyeyê xwest ku erdên wan dîsa li wan bêne vegerandin.

Niştecihê Meşrûh Dumarê Mecîd Hewaş got:

“Bi biryarnameyekê gelek rûberên erdê çûn. Ew biryarname ji heyama rêjîma berê bû û ji bilî bi biryarnameyeke serokatiyê nayê rakirin.

“Peyama me ji bo Ehmed Şer e”

Peyama me ya pêşî û dawî ji bo Ehmed Şer e û baweriyeke me ya mezin bi wî heye.

Gotin û xwestekên me ji bo wî ne ku bi izna Xwedê ew dê bi dadmendiya xwe mafê xelkê vegerîne.”

Niştecihekî din ê taxê Mihemed Hesan Elmesrî jî got:

“Em nikarin nêzîkî erdên xwe bibin ji ber ku li hinek cihan çek hene û çûna nav hinek erdan qedexe ye ku em nêzîkî bibin.

“Berî 60 salan rêjîmê dest danîbû ser”

Em nizanin rewş çi ye, em tenê erdên xwe yên ji me hatine standin dixwazin ku berî 60 salî rêjîmê dest danîbû ser wan.”

Kesên beşdarî xwenîşandanê bûne tekez kir ku erdên ku ji wan hatibûn standin radestî serkirdeyên rêjîma berê hatibûn kirin û heya niha ew nikarin nêzîkî erdên xwe bibin.

Xwediyê erd Yûsif Seed jî got, “Xanûberên min hene ku ji dema rêjîma berê ve dest bi ser de hatiye girtin.

Mahîr El Esed tê de bû, xaniyê bêhnvedanê avakiribû. Roja rêjîm ket em hatin derbas bibin.

Lê hin kes hebûn wan got ku em ji heyetê ne û divê hûn destûrê ji qesrê wergirin. Em xwediyê erdî ne û em xwedî maf in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst