Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê derbarê banga xwe ya ji bo lêdana tekbîran û xwendina nimêja Qinûtê ya li mizgeftan daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê ragihand ku ev gav ne li dijî pêkhateya Kurd bû û mebest jê "dawîhatina zilmê" ya li herêmên rojhilatê Sûriyeyê bû.
Wezîrê Ewqafê yê Sûriyeyê Mihemed Ebû Xeyr Şukrî di daxuyaniyê de bal kişand ser wan nîqaş û karvedanên ku piştî biryara tekbîran derketine û got,"Ew bang wekî nîşaneya kêfxweşiyekê bû ji bo nemana zilmê û wan zehmetiyên ku her du rêxistinên HSDyê û PKKyê çêkiribûn.
Her wiha wekî pîrozbahiyekê bû ji bo vegera yekparçeyiya axa Komara Ereban a Sûriyeyê."
"Kurd parçeyekî resen ê Sûriyeyê ne"
Wezîrê Ewqafê yê Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de teqezî li ser pêgeha Kurdan kir û got,"Ev tekbîr û nimêj bi ti awayî li dijî ti pêkhateyeke gelê Sûriyeyê nehatine kirin.
Ev biryar destkarî li ser cewherê pêkhateya Kurd a resen nake. Bi ti awayî ji bo kêmkirina têkoşîn, dîrok û mafên rewa yên Kurdan nehatiye kirin."
Şukrî her wiha diyar kir ku pêkhateya Kurd parçeyekî bingehîn û resen ê "hunandina niştimanî ya Sûriyeyê" ye û pêwendiyên biratiyê û qedera hevbeş wan bi hemû pêkhateyên din re girê dide.
Gotara dînî û mafên Kurdan
Wezareta Ewqafê di beşeke din a daxuyaniyê de, ducare kir ku ew arasteya dînî ya hatiye derxistin tenê girêdayî bûyerên giştî û "rakirina zilmê ya li ser bindestan" bû, ne ji bo kêfxweşiya li ser êşa ti aliyekî bû.
Wezîrê Ewqafê yê Sûriyeyê wiha dimand:
"Wezaret li gel bindestan radiweste û piştgiriya mafên dadperwer ên gelê Kurd dike. Em dixwazin gotarek dînî ya komker hebe ku dadperwerî û yekrêziya Sûriyeyiyan xurt bike. Em her cure bêrêzî û kîndariya li dijî hevdû red dikin."
Beriya bi çendan rojan Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê daxuyaniyeke fermî ji bo mela û xetîbên hemû mizgeftên şandibû.
Wezaretê ji wan xwestibû ku di nimêjan de ji bo serkeftina artêşê diayan bikin û bi dengê bilind tekbîran bînin.
Daxuyaniya Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê ji aliyê gelek alim û zanayên olî hatibû şermezarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse