Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê ragihand ku piştî temambûna karên nûjenkirinê, kargeha fosfatê ya Helebê ya li kanên rojhilat dest bi hilberînê kiriye.
Ev cara yekem e ku kargeh piştî 10 salan dikeve kar.
Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr cihê kargehê ziyaret kir û ji rojnamegeran re got ku kargehê bi kapasîteya hilberîna salane 1,2 mîlyon ton fosfat dest bi kar kiriye.
Mihemed Beşîr amaje pê kir ku nûjenkirina kargehê pêngaveke girîng e ji bo vegera Sûriyeyê ya nav bazara cîhanî ya fosfatê û piştevaniya aboriya navxweyî.
Beşîr her wiha pesnê hewldanên karmend û tîmên teknîkê da ku rola wan di vê destkeftiyê de hebûye.
"Fosfata şûştî û hişkkirî"
Serokê Beşê Kargehan ê Birêvebiriya Fosfata Kanên Rojhilat Endazyar Fadî Hermûş jî axivî û got:
"Kargehê bi temamî dest bi hilberînê kiriye û ew fosfata tê hilberîn ji corê ya 'şûştî û hişkkirî' ye."
Li gorî Hermûş, ew kargeh wekî yek ji kargehên herî girîng ên hilberîna fosfatê li Rojhilata Navîn tê hesibandin, bi taybetî ku fosfata Sûriyeyê ji ber kalîteya xwe ya bilind xwedî navûdengekî cîhanî ye û dikare ji bazarên derve re were hinartin.
Sektora fosfatê wekî yek ji stûnên sereke yên samanên kanzayî yên Sûriyeyê tê dîtin.
Hikûmeta wî welatî di çarçoveya plana vejandina jêrxana aborî de, hewla nûjenkirina wan tesîsan dide ku di salên borî de ji ber şer zerer dîtine.
Fosfat
Fosfat kanzayek e ku di gelek pîşesaziyan de tê bikaranîn, ya herî diyar gubreyê kîmyayî ye.
Wekî madeyeke xwirekê jî ji bo sektora çandiniyê sûd jê tê wergirtin.
Her wiha di sektora tenduristiyê, xwarin û vexwarinê de jî tê bikaranîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse