Ji ber êrîşê Zanîngeha Şam a Taybet li Helebê hat girtin

27-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema êrîşa hejmarekê ji çekdarên opozsiyonê, Zanîngeha Şam a Taybet li gundewarê Helebê hate girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye, sibeha roja Duşemê 26ê Hezîranê, li bajarê Ezazê yê ser bi gundewarê bakurê Helebê, çekdarekî endamê grûpa bi navê “El-Cebhe El-Şamiye” ya ser bi hêza bi navê “Artêşa Niştimanî” ve, êrîşî ser kadro û mamosteyên Zanîngeha Şam a Taybet kir, û wî ew dane ber lêdaneke tund.

Êrîşkarê bi navê Mihemed Dîbo, xwendekarê wê zanîngehê ye û di heman demê de jî, endamê grûpa Ebû Hesen El-Muhacir e, ku yek ji grûpên El-Cebhe El-Şamiye. Ji ber ku di ezmûnên zannîgehê de biser nektibû, û mamosteyan red kir wî biser bixin, êdî êrîşî wan kir û serokê zanîngehê jî da ber lêdanê.

Mihemed Dîbo, xwendekarê sala duyem a beş Ensazyariya Sivîl e li Zanîngeha Şam a Taybet. Hejmarek ji çekdaran ligel xwe bir ber zanîngehê û êrîşî mamosteyan kir. Di encamê de, zannîgehê biryar da dewam û ezmûn heta demeke nediyar bêne ragirtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan navê mamosteyan jî ragihandine û belge kirine, ku ew jî heşt in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst