Konseya Elewiyan: Em federaliya siyasî dixwazin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Konseya Elewiyan Şêx Xezal Xezal Federalî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Konseya Bilind a Elewiyan a Sûriyeyê Şêx Xezal Xezal ji bo protestokirina sûcên li dijî Elewiyan banga xwenîşandana girseyî kir.

Şêx Xezal Xezal her wiha diyar kir ku tiştê rû dide "şerê qirkirinê" ye û xwest ku li Sûriyeyê "federaliya siyasî" were avakirin.

Serokê Konseya Bilind a Îslamî ya Elewiyan a Sûriye û Diyasporayê Şêx Xezal Xezal piştî teqîna li Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib a li Himsê, peyameke dengî belav kir.

Şêx Xezal Xezal bangî Elewiyan kir ku ji bo şermezarkirina sûcên li dijî wan, bi awayekî aştiyane û girseyî dakevin qadan.

"Li ser nasnameyê qetilkirin heye"

Şêx Xezal bal kişand ser metirsiya li ser Elewiyan û got:

"Tiştên îro rû didin ne bûyereke demkî ye, şerê qirkirinê yê sîstematîk e ku li dijî civaka taîfeya Elewî li pêş çavên cîhanê tê kirin û li ser nasnameyê qetilkirin çêdibe."

Hişyarî da civaka navneteweyî

Şêx Xezal Xezal bangî civaka navneteweyî û navendên biryardanê kir û hişyarî da ku bêdengî dê bibe sedema zêdekirina kuştin û wêraniyê û got:

"Bêdengiya li ser van sûcan tê wateya zêdekirina qetilkirin û hilweşînê.

Berdewamkirina vê rewşê bêyî pêkanîna çareseriyên bingehîn ên lez û ferzkirina parastina navneteweyî wê bi xwe re wêraniyê zêde bike."

"Em federaliya siyasî dixwazin"

Serokê Konseya Bilind a Elewiyan a Sûriyeyê tekez kir ku ew şerê navxweyî naxwazin û daxwaza sîstema federal dikin.

Şêx Xezal Xezal wiha got, "Em şerekî navxweyî naxwazin, em federaliya siyasî dixwazin." û

Wî herî dawî banga xwenîşandanê kir û got, “Randevûya me sibe (yekşem) saet ji 12.00 nîvro heta 17.00an êvarî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst