Sûriye
Ew kesayet û kompanya bi sedema ku çekdaran dişînin Rûsya da ku dijî Ukraynayê şer bikin xistin lîsteya cezayan.
Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Brîtanya 9 kesayetî û 2 kompanyayên ewlekarî yên Sûrî xistin lîsteya cezayan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Brîtanyayê, roja 26ê Tîrmehê Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Trus 9 kesayetî piraniya wan jî efser in û 2 kompanyayên ewlekarî yên Sûrî xistin lîsteya cezayan.
Ew kesayet û kompanya bi sedema ku çekdaran dişînin Rûsya da ku dijî Ukraynayê şer bikin xistin lîsteya cezayan.
21ê Tîrmehê jî, Yekîtiya Ewropayê 10 kesayetiyên Sûrî piraniya wan efser in û 2 kompanyayên ewlekarî yên Sûrî ku çekdaran dişînin Lîbya û Ukraynayê xistibûn lîsteya reş a cezayên xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse