Hewlêr (Rûdaw) - 38 partiyên siyasî yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, bikaranîna tundiyê ya li dijî xwenîşanderên aştiyane yên li herêmên beravê yên Sûriyeyê şermezar kir.
Partiyan di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand ku ev kiryar gefê li aştiya civakî dixwe û welat ber bi dîktatoriyê ve dibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku xwenîşanderan bi awayekî aştiyane daxwaza mafên xwe yên bingehîn, berdana girtiyan û sîstemeke siyasî ya federal a nenavendî dikir.
Partiyan da zanîn ku bersivdana van daxwazan bi guleyan tawan e û binpêkirina yasayên navneteweyî ye.
Her wiha 38 partiyan "hikûmeta veguhêz" berpirsyar dît û jê xwest ku tundiyê rawestîne û girtiyan serbest berde.
Wan xwest ku dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bi dawî bibe û dest bi diyalogeke niştimanî were kirin.
Partiyan teqez kir ku paşeroja Sûriyeyê bi pejirandina sîstemeke federal a demokratîk ve girêdayiye.
Elewiyên parêzgehên Tertûs, Hama, Hims û Laziqiyeye, yên Sûriyeyê bi daxwaza federasyonê xwenîşandan li dar xist.
Serokê Konseya Îslamî ya Elewiyên Sûriye û Derveyî Welat Xezal Xezal doh banga lidarxistina xwenîşandanan kiribû.
Li Tertûs, Hims û Laziqiyeyê di navbera xwenîşanderan û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de pevçûn derketibû.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê li ser bûyeran daxuyanî da û diyar kir ku 3 kes mirine û 60 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse