Tom Barrack pesnê hewlên Mezlûm Ebdî da

29-07-2025
RÛDAW
Nîşan Tom Barrack Mezlûm Ebdî HSD Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack pesnê hewlên Mezlûm Ebdî da.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack pesnê hewlên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî yên ji bo yekîtiya Sûriyeyê da û tekezî li ser giringiya prensîba “yek artêş, yek hikûmet, yek dewlet” kir.

Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê bal kişand ser girîngiya hewlên berdewam ên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û HSDyê.

Dîplomatê Amerîkayî tekez kir ku ev hewl, dema “bi helwesta biryardar a Hikûmeta nû ya Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şer re bibin yek”, ji bo aramiya Sûriyeyê xwedî girîngiyeke jiyanî ne.

Tom Barrack di parvekirina xwe de anî ziman:

“Mezlûm Ebdî, serokatiya we û hewlên HSDyê yên berdewam, tevî pêbendbûna biryardar a Hikûmeta Sûriyeyê ya ji bo tevlîbûnê ya di bin serokatiya Serok Şer de, ji bo Sûriyeyeke aram a 'yek artêş, yek hikûmet, yek dewlet' girîng in.

Em gelekî spasiya diyaloga avaker a ji bo bipêşxistina entegrasyon û yekîtiyê dikin.

Em li benda berdewamiya dan û standinan a ji bo paşerojeke ewle ne!”

Daxuyaniya Barrack piştî hevpeyvîneke Mezlûm Ebdî ya bi televîzyonên Al Arabiya û Al Hadathê re hat.

Ebdî di wê hevpeyvînê de diyar kiribû ku nenavendîbûn nayê wateya “parçebûnê” û wan dirûşma “yek artêş, yek dewlet” pejirandiye û li ser vê prensîbê bi birêvebiriya Şamê re li hev kiriye.

Mezlûm Ebdî gotibû, “Tevlîkirina 100 hezar şervanî ya di nava Wezareta Parastinê de, ji bo avakirina artêşeke yekane û navendî gaveke girîng e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst