Hikûmeta (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyê bazarên kevin ên Helebê ku ji aliyê grûpên çekdar hatibûn wêrankirin nûjen dike.
Tîmên taybet ên ser bi Şaredariya Helebê ve kavil li nav bazara kevnar radikin. Berpirsên hikûmeta Sûriyê û Şaredariya Helebê dixwazin ew bazarên kevnar wek salên berî şer bi tevgera bazirganiyê û qerebalixiya xelkê bixemilin.
Li gor dîroknasan Heleba kevn berî 4 hezar sal hatiye avakirin. Ew bazarên kevnar ên ku ji ber şer û bombebaranên salên berê hatibûn wêrankirin, ji aliyê tîmên taybet ên ser bi Şaredariya Helebê ve kavilên wan tên rakirin û herwiha paqijkirin.
Berpirsên hikûmeta Sûriyê û Şaredariya Helebê dixwazin ev bazarên kevnar wek salên berî şer geş bibe.
Serperiştyarê Nûjenkirina Heleba Kevin Ednan Kiraza dibêje: “Bazarên me yên kevin, ku di şûnwarên cîhanî de tomarkirî ne, ji aliyê terorîsatn û terora ku derbasî Sûriyê bû hatin wêrankirin. Niha hikûmeta Sûriyê van bazaran nûjen dike. Spas ji Xwedê re em li destkeftên xwe vegeriyan, û bazarên me vegeriyan wek berê, niha em bazarên mayî nûjen dikin.”
Li gor parêzgarê Helebê, tevî ku Heleba Kevin li ba UNESCO wek şûnwarên dîrokî yên cîhanî hatiye tomarkirin, lê ti alîkarî û piştîvanî bo wê nehatine pêşkêşkirin.
Pparêzgarê Helebê Hisên Diyab jî got: “Ji 1986ê ve Heleba Kevin li ba UNESCOyê hatiye tomarkirin, lê ji ber dorpêç û cezayên dijî Sûriyê ti alîkarî bo me nehatiye.”
Ji 2012ê heta2016ê rojhilatê Helebê bi tevahî ket destê grûpên çekdar ên opozisyonê, di 4 salan de piraniya bazarên kevnar ên Heleba kevin rûbirûyî wêraniyek zêde bûn. Dawiya 2016ê artêşa Sûrî bi piştîvaniya Rûsya rojhilatê Helebê bi tevahî ji destê wan grûpên çekdar derxist, lê li gor berpirsên hikûmetê ti alîkarî ji aliyê UNESCO yan aliyên navdewletî bo nûjenkirina wan bazarên şûnwarî nehatiye pêşkêşkirin, herwiha cezayên aborî jî li ser Sûriyê li gor heman çavkaniyê bandora xwe li ser proseya nûjenkirinê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse