Feleknas Uca ji alîkarê serokkomar aqûbeta jinên Êzidî pirsî

01-06-2021
RÛDAW
Nîşan Feleknas Uca HDP El Nusra DAIŞ Fuat Oktay Jinên Êzdî Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê Feleknas Uca îdiaya Sedat Peker ya ku SADATê ji El Nusra re çek şandiye anî rojeva parlamentoya Tirkiyê. Uca di derbarê îdîayan de ji bo ku Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay bersiv bide pêniyazpirsekî da parlamentoyê.

Parlamentera Êlihê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca îdîayên Sedat Peker yên ku ji bo El Nusrayê çek şandine Sûriyeyê anî rojeva Parlamentoya Tirkiyê.

Parlamentera HDPê Uca ji bo ku alîkarê serokkomar Fuat Oktay bersiv bide pêşniyazpirsek da parlamentoyê û bibîrxist tevî girtînameyên polîsan ku çek hebûne, Wezîrê Navxwe yê serdemê îdîa kiribû ku di “Barhilgirên MITê” de ji bo ku El Nusra bikar bîne ji aliyê SADATê ve çek hatine şandin, derman hebûne.

Uca dibêje “Li gorî raportên ku Komisyona Lêkolîna Serbixwe ya Navdewletî û Rêxistina Efûyê jî di nav de ji aliyê saziyên mafên mirovan hatine amadekirin, li Rojava bi sedan tawanên şer ji aliyê el Nusra ve hatine kirin û sivîl rastî îşkenceyan hatine.”

Uca diyar kir ku di 2018an de li Efrînê bi sedan ji hatine revandin, di 2019an de jî ew hejmar derketiye ser 400î û wiha berdewam kir “aquveta wan jinan hê jî ne diyar e. Tê zanîn ku ev yekîne zordariyê xerac kom dikin û mirovan ji bo fîdyeyê direvînin.”

Feleknas Uca ji bo ku Fuat Oktay bersiv bide wan pirsan pêşniyaz kir:

1 - Revandina jinên Êzdî ji Efrînê, êşkencekirina sivîlan, wêrankirina perestgehên Êzdiyan û koçberkirina xelkê Efrîn ji warên wan ji aliyê El Nusrayê ve,  gelo bi piştgiriya çekên Tirkiyê gengaz e?

2 – Kesên ku alîkariya çeteyan kirin ku jinên Êzidî birevînin Tirkiyeyê û ev çete li Enqereyê bi cih kirin kî ne? Têkiliya van çeteyên ku li Enqereyê dimînin û keçên Êzidî li ser internetê difroşin bi SADATê re heye?

3 – Çeteyên ku jinên Êzidî ji Efrînê revandin Tirkiyê, ji SADATê alîkarî girtin ku derbasî Tirkiyeyê bikin?

4 – Ji Adara 2018an vir ve ji Efrînê çend sivîl hatine revandin û wendakirin? Ji van çen jin û çend zarokên keç in?

5 – Di derbarê îdîayên ku di çapemeniyê de derketine dê xebatek bê kirin? Di derbarê îdîayên şandina çekan bo El Nusrayê dê lêpirsîn bê destpêkirin?

6 – Heta niha gihîştine çend jinên ku ji aliyê çeteyên wek El Nusra û DAIŞê ve bo Tirkiyê hatine revandin?

7 – Sedem çi ye ku li ser pêşniyaznamên me yên berê di derbarê zarokên keç û jinên ku ji Efrînê hatine revandin û li Enqereyê hatin dîtin de bersivek nehat dayin? Xebateke we ku hûn di derbarê îdîa û pêşniyaznameyan de bersiv bidin heye?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst