Fetî Yildiz: Divê cezayê girtiyên nexweş bê bipaşxistin

01-08-2025
RÛDAW
Nîşan Fetî Yildiz MHP Girtiyên Nexweş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê û parlamenterê Stenbolê Fetî Yildiz derbarê paşxistina cezayê girtiyên nexweş ragihand ku mafê jiyanê bingeha hebûna hemû mafan e û banga bipaşxistina cezayê wan girtiyan kir.

Fetî Yildiz ku di heman demê de hiqûqnas e îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê girtiyên nexweş peyamek belav kir.

Yildiz di peyama xwe de diyar kir ku ji sala 2013yan ve heta niha bi biryara Saziya Bijîşkî ya Edlî 3 hezar û 686 girtî hatine berdan, 3 hezar û 227 girtî di pêvajoya nexweşxaneyê de ne û 302 kes jî li benda nirxandina saziyê ne.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê got, “Eger mana di girtîgehê de ji bo jiyana girtî metirsiyê çêbike divê înfaz heta ku girtî baş bibe were bipaşxistin.

Wekî ku di Peymanên Mafên Mirovan de û di xala 17emîn ya Destûra Bingehîn de hatiye diyarkirin her mirov xwedî mafê jiyanê ye, mafê jiyanê di nav mafên mirovan de ji aliyê hêjabûnê ve di rêza yekemîn de ye û sedema hebûna hemû mafên din e.”

Divê were gotin ku endamên komîsyona pêvajoya çareseriyê li parlamentoya Tirkiyeyê hatine eşkerekirin û tê çaverêkirin ku vê hefteyê dest bi kar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst