Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyên Rûsya û Ukraynayê dê îro ji bo gotûbêjên rawestandina şer li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê bicivin.
Di rojeva hevdîtinan de agirbest, pevguhertina dîlan û zarokên hatine revandin hene.
Şandeyên Rûsya û Ukraynayê hevdîtina yekem a rawestandina şer û agirbestê 16ê Gulanê li Stenbolê kiribûn.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê gera duyem a hevdîtinên Rûsya û Ukraynayê dê îro demjimêr 13:00an li Koşka Çiraganê ya Stenbolê were kirin.
Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Vladimir Medinski serokatiya şandeya Rûsyayê û Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov jî serokatiya şandeya Ukraynayê dike.
Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskyy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wî berî civîna Stenbolê ji saziyên parastinê, Wezareta Karên Derve, ewlehî û îstixbaratê brîfîngên berfireh wergirtine.
Zelenskyy diyar kir ku mijarên ji wan ên girîng agirbesta berfireh û bêşert, pevguhertina dîlan û zarokên Ukraynayî yên ku hatine revandin in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse