BURSA - Di qezayeke trafîkê de 2 xwişk mirin

02-08-2025
RÛDAW
Nîşan Bursa Qezaya Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bursayê li Tirkiyeyê, du otomobîlan li hev qelibîn û di encamê de 2 xwîşk mirin û kesek jî birîndar bû.

Qeza li Taxa Ûçevlerê li ser Cadeya Ahîskayê qewimî. Otomobîla ku Tugba Akpinar a 35 salî diajot û otomobîla Îsmaîl S. yê 22 salî diajot hev qelibîn.

Di encama qezayê de Tugba Akpinar û xwîşka wê Seda Akpinar di otomobîlê de asê man.

Li ser agahdarkirinê, polîs, tîmên tenduristî û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku her du xwîşkan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da ye.

Hat zanîn ku şofêrê otomobîla din Îsmaîl S. jî bi awayekî sivik birîndar bû û ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çekîrgeyê hat veguhastin.

Cenazeyên her du xwîşkan ji bo Saziya Tiba Dadî ya Bursayê hatin rakirin.

Îsmaîl S. piştî dermankirina li nexweşxaneyê hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst