Amerîkayê derbarê leşkerê li Îzmîrê telîs xistibûn serî wî daxuyanî da

02-09-2024
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîkayê derbarê leşkerê xwe yê li Îzmîrê, ji aliyê endamên Yekîtiya Ciwanan a Tirkiyeyê (TGB) ve telîs xistibûn serê wî, daxuyanî da.

Keştiya Amerîkayê ya USS Waspê îro li bendera Îzmîrê rawestiya.

Li taxa Alsancakê ya Îzmîrê, grûpeke bi navê Yekîtiya Ciwanan a Tirkiyeyê êrişî leşkerekî Amerîkayê kir.

Wê grûbê telîs xist serê wî leşkerî ku di Keştiya Amerîkayê ya USS Waspê de erkdar e.

Ji ber bûyerê Serokê Yekîtiya Ciwanan a Tirkiyeyê Kayahan Çetin jî di nav de 13 kes hatin desteserkirin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê derbarê bûyerê de daxuyanî da.

“Em spasiya rayedarên Tirkiyeyê dikin”

Di daxuyaniya xwe de Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê got:

“Em piştrast dikin ku personelên leşkerî yên Amerîkî yên USS Waspê îro li Îzmîrê rastî êrişê hatine niha ewle ne.

Ji ber destwerdana bilez û destpêkirina lêpirsînê derbarê bûyerê, em spasiya rayedarên Tirkiyeyê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin