Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser rapora ku Komîteya Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê amade kiriye daxuyaniyên girîng dan.
Kurtulmuş bal kişand ser "Modela Tirkiyeyê" û ji bo reformên yasayî piştî Remezanê nîşan da.
Kurtulmuş her wiha got, "Di vê modelê de 'çavê sêyem' tune, çavê sêyem milet bi xwe ye."
Numan Kurtulmuş li Enqereyê di bernameya fitarê de bi rojnamegeran re civiya.
Kurtulmuş li ser rapora dawî ya komîteyê nirxandin kirin ku ev komîte ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan û gavên demokratîkbûnê hatiye avakirin.
Kurtulmuş destnîşan kir ku ew rapor wekî "kevirekî mîhengê" ye.
Wî diyar kir, "Ji bo ku ew pirsgirêka terorê ya ku 50 salên Tirkiyeyê heba kirine ji rojevê derkeve, derfeteke dîrokî çêbûye.”
"Divê em ji bo sererastkirinên yasayî lezê bikin"
Kurtulmuş da zanîn ku komîteyê ji 5ê Tebaxê ve 21 civîn kirine û ji sedî 95ê partiyên li parlamentoyê piştgirî daye vê proseyê.
Kurtulmuş li ser dema bicihanînê wiha axivî:
"Bi baweriya min şert e ku ev sererastkirinên yasayî piştî Remezanê werin rojevê.
Di Tirkiya me de gotineke xweş heye: 'Di karên xwe yên xêrê de lezê bikin.'
Piştî ku em gihiştin qonaxekê û tifaqeke wiha derket holê, divê em pêdiviyên wê bi cih bînin.
Me ji bo Tirkiyeyê qonaxeke jiyanî derbas kir lê ev nayê wê wateyê ku her tişt bi dawî bûye. Li pêşiya me demeke xebatê ya dijwar heye."
"Di Modela Tirkiyeyê de cihê desttêwerdana derve tune"
Kurtulmuş behsa nîqaşên "çavê sêyem" (navbeynkarê derve) ên di lîteratura çareseriya nakokiyan de kir.
Wî rêbaza nû wekî "Modela Tirkiyeyê" pênase kir û got:
"Di lîteratura navneteweyî de ji bo şopandina dan û standinên navbera aliyan her tim pêwîstî bi 'çavekî sêyem' hatiye dîtin.
Di modela me de çavê sêyem tune. Ev çavê sêyem milet bi xwe ye, nûnerên milet in û komîteya Parlamentoyê ye.
Me nîşan da ka em dikarin pirsgirêka xwe bi xwe çawa çareser bikin.
Ev nexşerê ji 50 parlamenteran bi dengê 47 parlamenteran hat qebûlkirin."
Guherîna li Sûriyeyê û 3 şertên çareseriyê
Kurtulmuş di axaftina xwe de bi berfirehî behsa birêvebiriya nû ya li Sûriyeyê û bipêşketinên herêmî kir.
Kurtulmuş bipêşketinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê wekî "erênî" nirxandin.
Kurtulmuş da zanîn ku piştî rûxîna desthilata 60 salî ya li Sûriyeyê, 3 tercîhên bingehîn ên Tirkiyeyê hene û ew wiha rêz kirin:
"Ya yekem: Divê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê ji aliyê etnîkî û mezhebî ve hemû xelkê li xwe bigire.
Ya duyem: Divê komên çekdar ên li Sûriyeyê tevlî birêvebiriya nû bibin.
Ya sêyem jî: Divê yekparçeyiya axa Sûriyeyê were parastin.
Em dabeşbûna herêmê naxwazin, em tevlîbûneke zêdetir diparêzin."
Tekezî li ser avahiya unîter û destûra nû
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê anî zimên ku fikarên qala xerakirina avahiya unîter a Tirkiyeyê dikin bêbingeh in.
Wî diyar kir ku di raporê de nîzama destûrî û yekparçeyiya welêt bi awayekî pir zelal hatine destnîşankirin.
Her wiha wî eşkere kir ku destûra darbeya 12ê Îlonê êdî têrê nake.
Wî hêvî kir ku hemû partî ji bo amadekirina destûreke nû û sivîl bi yekdengî kar bikin.
Kurtulmuş bi bîr anî ku pêvajoya çareseriyê Tebaxa 2024an dest pê kiriye.
Wî her wiha da zanîn ku pêşî Serokê MHPyê Devlet Bahçelî silav daye koma DEM Partiyê, piştre jî ji Îmraliyê peyama "serdema çekdarî bi dawî bû" hatiye.
Kurtulmuş destnîşan kir ku piştî vê peyamê PKK ketiye qonaxa fesixkirinê.
Her wiha wî zêde kir ku merasîma sembolîk a şewitandina çekan ku Tîrmeha 2025an ji aliyê PKKyê ve li Silêmaniyê hat lidarxistin, xelekeke girîng a vê pêvajoyêyê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse