Bûkê zêr dizîn û reviya, bavê zavê xwe daleqand

02-12-2025
RÛDAW
Nîşan Çanakkale Bûk Zava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bigayê ya Çanakkaleyê, zilamekî ku ji bo kurê xwe yê nexweş bi 500 hezar lîreyî ji Cezayîrê bûkek anîbû hat xapandin.

Bûkê piştî dawetê zêr dizîn û reviya, bavê zava jî ji qehr û xeman dawî li jiyana xwe anî.

Li Bigayê bûyereke xapandinê ya balkêş û dilêş rû da.

Ramazan Gumuşsoy xwest kurê xwe Muammer Gumuşsoyê ku pirsgirêkên wî yên derûnî hene bizewicîne lê şahiya dawetê bû sedema mirina wî.

Li gorî nûçeya Yenî Asirê, Ramazan Gumuşsoy ji bo ku kurê xwe bizewicîne li keseke guncav digeriya û bi kesekî re têkilî danî ku ji derveyî welêt bûkan tîne.

500 hezar lîre da

Hat zanîn ku Ramazan Gumuşsoy ji bo dawetê ketiye bin barê deyneke giran û ji bo ku bûka Cezayîrî were Tirkiyeyê 500 hezar lîre (nêzikî 12 hezar dolar) dane wî kesê navbeynkar.

Zêr hildan û reviya

Bûka Cezayîrî Hadîl Eyad çû Tirkiyeyê û 27ê Çiriya Pêşîn bi daweteke mezin bi Muammer Gumuşsoy re zewicî.

Lê belê hefteya borî Hadîl Eyadê hemû zêr û pereyên ku di dawetê de hatibûn komkirin hildan û reviya.

Bav Ramazan Gumuşsoy piştî ku fêhm kir hatiye xapandin nekarî vê rewşê û şermizariyê qebûl bike, lewra pêr xwe bi banê malê ve daliqand û dawî li jiyana xwe anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst