Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Serokê Partiya Paşerojê li Enqereyê civiyan.
Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Dacutoglu re li Enqereyê civiyan.
Di rojeva civînê de bûyerên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, peymana di navbera Şam û HSDyê de û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hebûn.
Piştî hevdîtinê civîneke hevbeş a çapemeniyê hat lidarxistin.
“Peymana Şam û HSDyê girîng e”
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari eşkere kir ku wan derbarê serdana xwe ya Qamişloyê de agahî dane Davutoglu û got:
"Li Sûriyeyê bendewariyeke mezin ji Tirkiyeyê û ji mixalefetê heye.
Peymana 30ê Kanûna Paşîn a di navbera Şam û birêvebiriya HSDyê de, gaveke gelekî girîng e.
Vê peymanê rê li ber şerekî mayînde yê di navbera Kurd û Ereban de girt. Divê Tirkiye piştgiriyê bide vê pêvajoya demokratîk."
Hevseroka DEM Partiyê Hatîmogullariyê bal kişand ser rewşa mirovî ya li Kobaniyê û wiha axivî:
"Divê Deriyê Sînorî yê Murşîtpinarê demildest were vekirin da ku alîkariyên mirovî bigihêjin Kobaniyê. Gelek barhilgir li ser sînor rawestiyane."
“Em li pişt banga Birêz Ocalan in”
Hevseroka DEM Partiyê destnîşan kir ku divê xebatên komîsyona Parlamentoyê ya derbarê pêvajoya çareseriyê de neyên rawestandin û got:
"Em li pişt banga Birêz Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ne. Divê komîsyon rapora xwe demildest eşkere bike û pêvajoya yasayî li parlamentoyê dest pê bike.
Her wiha ji bo baweriyê, divê qeyûm werin vekişandin, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên dozên Kobaniyê û Geziyê werin berdan."
Hişyariya Davutoglu: “Rîska Şerê Cîhanê yê 3yemîn”
Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu jî bal kişand ser rewşa aloz a cîhanê û hişyarî da ku herêm di rîska "Şerê Cîhanê yê 3yemîn" de ye.
Davutoglu got, "Eger em gavên şaş biavêjin û zimanekî provokatîf bi kar bînin, em dê bikevin nav avhewayeke şer.
Wê demê hêzên emperyalîst dê li ser xwîna me Rojhilata Navîn talan bikin. Çarenivîsa Kurd, Tirk û Ereban yek e."
Davutoglu diyar kir ku çareserî di sêgoşeya Tirkiye, Îraq û Sûriyeyê de ye û wiha pê de çû:
"Li Îraqê divê çek werin danîn. Li Sûriyeyê eger Kurd di nav êşê de bin, ne pêkan e ku em wekî Tirkan vê yekê hîs nekin.
Divê em baweriyê bidin hev. Ez Tirk im, Xanim Hatîmogullari Ereb e û Birêz Bakirhan Kurd e.
Ma qederên me ne wekî hev in? Divê em ji hev bawer bikin, ne ji Amerîka an Rûsyayê."
Di civînê de her du aliyan tekez kir ku aştiya li hundirê Tirkiyeyê û aştiya li Sûriyeyê bandoreke rasterast li hev dikin.
Her wiha hat diyarkirin ku ji bo çareseriyê, pêwîstî bi gavên pratîkî û dûrketina ji zimanê tundiyê heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse