Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi boneya wefata Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder peyamk da û got, “Onder mirovekî pir hêja û kurê rasteqîn ê gelan bû.”
Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî ji girtîgeha Îmraliyê peyamek da û xemgîniya xwe ji bo koça dawî ya Onder anî ziman û got ku ew xwedî nasnameyek rastîn û çanda aştiyê bû.
Ocalan got ku bi wefata Onser xemgîniyek mezin ket dilê wî û ww mirovek pir hêja û kurê rasteqîn ê gelan bû.
Ocalan sersaxiyê ji hemû kesan re xwe û got, “Divê hesreta wî ya aştiyê pêk were.”
Peyama sersaxiyê ya Ocalan wiha ye:
“Bi mirina Sirri Sureyya Onderê hêja, xemgîniyek mezin ket dilê me. Ew mirovek pir hêja û kurê rasteqîn ê gelan bû.
Anatolyayê û kevneşopiya Tirkmenan, kurekî xwe yê mezin ji dest da, hemû civak û gelên erdnîgariya me rêhavelekî xwe yê mezin ji dest da.
Ez bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînim.
27ê Sibatê di hevdîtina me ya dawî de, wî bi destên xwe hevoka dawî ya ku me li banga xwe zêde kiribû nivîsandibû û xwestibû bi xwe bixwîne.
Ji bo pêkvejiyaneke di nav aştiyê de, xebat û kedeke wî ya nayê jibîrkirin hebû.
Hêza wî hebû ku hemû neyîniyan bi hostayî veguherîne erênî. Ew nasnameyek û çandeke aştiyê ya rasteqîn bû.
“Divê hesreta wî ya aştiyê pêk were”
Baş dizanîbû ku aştî û pêvajoya aştiyê dê di sûda me hemûyan de be û ev yek hesreta wî ya mezin bû.
Divê ev hêvî qet nîvco nemîne. Tiştê ji bo me hemûyan girîng e, ew e ku em vî rihî bigihînin aştiyê û taca bi navê Sırrı Sureyya Onder lê bikin.
Ez careke din dilsoziya xwe ya bêdawî ji bîranîna wî re tînim ziman, sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, dostên wî, hezkiriyên wî û hemû gelên me re dixwazim.
Serê me hemûyan sax be.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse