Hewlêr (Rûdaw) - Di kabîneya nû ya ku hikûmeta Tirkiyê de Serokê Teşkîlata Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan bû Wezîrê Derva yê nû yê wî welatî.
Di kabîneya ku piştî Hilbijartina Serokomariyê ya ku di 28ê gulanê de tura duyem hat kirin de Fîdan bû Wezîrê Derve. Fîdan di sala 1968an de li Hamamonuya Enqerê hatiyê dinê.
Fîdan ji Dibistana Muhabereyê ya Hêzên Bejayê û Dibistana Ziman a Hêzên Bejayê derçûye û piraniya xwendina xwe ya akademîk di dema peywira xwe ya di Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) de kir.
Fîdan dema erka xwe ya NATOyê ya li dervayî welêt de li Zanîngeha Marylandê, University of College di warê Zanista Siyaset û Birêvebirinê de dereceyên lîsansê, paşê ji Zanîngeha Bîlkentê Beşa Têkiliyên Navneteweyî de dereceyên lîsansa bilind û doktorayê wergirt.
Fîdan li zanîngehên Hacettepe û Bîlkentê di warê têkiliyên navneteweyî de ders dan.
Fîdan di postên fermî yên dewlet Tirkiyê de di warên polîtîkaya derve û ewlehiyê de peywirên krîtîk de cî girtie.
Fîdan peywirên TÎKA, Alîkariya Misteşarê Serokwezîriyê yê ji Polîtîkaya Derve û Ewlehiyê Berpirsyar, Endamtiya Lijneya Birêvebiriya Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî, Nûnertiya Taybet a Serokwezîr, Alîkariya Misteşarê MÎTê, Serokatiya MÎTê û Nûnertiya Taybet a Serokomariyê kir. Fîdan ji 27ê Gulana 2010an vir ve 13 sal e peywira Serokatiya MÎTê dike.
Fîdan zewicî ye û bavê sê zarokan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse