Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê tê hilbijartin

03-06-2025
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bidawîbûna dema erkê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro ji bo serokê nû hilbijartin tê kirin.

Dema erkê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş 7ê Hezîranê bi dawî dibe û îro hilbijartina serokê nû tê kirin.

Hevpeymaniya Cumhur careke din Kurtulmuş wekî namzed destnîşan kir.

Her wiha CHP, DEM Partî û ÎYÎ Partî jî bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinê dibin.

Hefteya borî DEM Partiyê ragihandibû ku namzedê wan Parlamenterê Amedê Cengîz Çandar e.

Li aliyê din namzedê CHPyê parlamenterê Artvînê Ugur Bayraktutan, yê Partiya Yeni Yolê parlamenterê Samsunê Mehmet Karaman û yê ÎYÎ Partiyê jî parlamenterê Stenbolê Mustafa Cihan Paçaci ye.

Bi giştî 5 namzed dê ji bo serokatiya Partlamentoya Tirkiyeyê hevrikiyê bikin.

Gera yekem a hilbijartina serokê parlmantoyê îro bi dengdana nehênî tê kirin.

Di gera yekem û duyemîn de namzed divê 400 dengan û di gera sêyemîn de jî divê 301 dengan bi dest bixe.

Eger di gera sêyemîn de namzedek 301 dengan bi dest nexe dê di navbera 2 berbijêrên ku herî zêde deng bi dest xistine de hilbijartin berdewam bike.

Her wiha di gera çaremîn de berbijêrê herî zêde deng bi dest bixe dê bibe serokê parlamentoyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin