Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, bertek nîşanî gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên li ser operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê da.
Bakirhan tekezî li ser wê yekê kir ku divê pêvajoya aştiyê ne bi vebijêrkên leşkerî, li ser bingeha wekhevî û diyalogê bi pêş ve biçe.
“Çareseriya pirsgirêkan ne bi gefan e”
Bakirhan gotinên Bahçelî yên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rexne kir û got:
“Çareseriya pirsgirêkan ne bi gefên operasyonan, li ser bingeha maf û hiqûqê bi diyalogê dibe.”
Bakirhan ji rojnameya Yenî Yaşamê re axivî û diyar kir, bêyî ku garantiyên berbiçav ji bo statuya Kurdan hebin, tenê gotina “teslîm bibin” ne bi edaletê re û ne jî bi aştiyê re li hev nayê.
Tuncer Bakirhan her wiha anî ziman:
“Ji bo civakên li herêmê, di nav de Kurd jî, gotina ku ‘bêyî ku ewlehiya we bê garantîkirin, di nav sîstemeke ku hîn karaktera wê ya demokratîk ne zelal e û bi kiryarên xwe yên heyî baweriyê nade de bihelin’, hem li derveyî sînorên etîk û hem jî yên wîjdanî ye.”
“Divê siyaset cihê şîdetê bigire”
Bakirhan li ser pêvajoya aştiyê helwesteke zelal nîşan da û tekez kir ku ev pêvajo “dema veguherînê ye ku tê de siyaset cihê şîdetê, diyalog cihê pevçûnê û hembêzkirin cihê cudakariyê digire”.
Bakirhan bi bîr xist ku banga wan a ji bo vexwendina Abdullah Ocalan a ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê beşek ji lêgerîna çareseriya demokratîk bû û anî ziman:
“Ew hişmendiya ku bangî Birêz Ocalan kir ku were Parlamentoyê, divê ji pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan re jî vekirî be û karibe nîqaş bike.”
Bakirhan diyar kir ku têgihiştina “neteweya demokratîk” sîstemeke nenavendî pêşbînî dike ku her gelek karibe bi nasname û baweriya xwe bijî û wiha pê de çû:
“Çima ev nêzîkatî wekî gefekê tê dîtin? Berovajî, ev model nûnertiya têgihîştineke wisa dike ku cudahiyan wekî dewlemendî dibîne, hewl nade kesî asîmîle bike û her kesî bi reng û îradeya xwe qebûl dike.”
“Parastina statuya Kurdan bikin”
Bakirhan anî ziman ku parastina maf, rûmet û statuya rewa ya gelê Kurd li welatên cîran, hêviya bi milyonan Kurdên ku welatiyên Tirkiyeyê ne ye û da zanîn:
“Naskirina maf û hiqûqa Kurdan, Tirkiyeyê lawaz nake, berovajî vê yekê bihêz dike û dibe alîkar ji bo aramiya herêmê.”
Bakirhan hişyarî da û got:
“Yên ku li dijî vê pêvajoyê derdikevin, demeke dirêj e vebijêrka leşkerî ferz dikin.
Serlêdana li vê vebijêrkê dê pêvajoya ku nêzîkî salekê ye bi ked û hewldaneke mezin tê meşandin, bixe nav xitimîneke mezin.”
Bakirhan anî ziman ku daxwaza pêbendbûna bi lihevkirina 10ê Adarê tê kirin û ev pirs kirin:
“Ez dipirsim, gelo navê Komara Erebî ya Sûriyeyê li gorî ruhê lihevkirina 10ê Adarê ye?
Gelo îlankirina destûra veguhêz a Sûriyeyê bêyî ku ji Kurd, Durzî, Elewî, Tirkmen û Sûriyeyiyan bê pirsîn, li gorî lihevkirina 10ê Adarê ye?”
Bakirhan da zanîn, aliyê ku bi van polîtîkayên xwe lihevkirina 10ê Adarê tune dihesibîne Şam bi xwe ye.
Bertek li hemberî operasyonên li dijî CHPyê
Bakirhan tekez kir ku “operasyonên darazê yên li dijî CHPyê ne hiqûqî ne û li dijî demokrasiyê ne” û diyar kir ku ew helwesta Serokê CHPyê Ozgur Ozel a li ser komîsyonê wekî helwesteke gihîştî dibîne.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi gotina, “Çi dibe bila bibe, em dê meseleya Kurd çareser bikin û em dê bi hev re Tirkiyeyê demokratîk bikin. Çareya me ya din nîne” parastina pêvajoya aştiyê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse