Paketa nû ya darazê: Ji bo LGBTI+yan cezayê zindanê tê

03-11-2025
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Meşeke femînîstan /Wêne: Ji vîdeoyê
Meşeke femînîstan /Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Trikiye Paketa Darazê LGBTI+ Ceza Înternet
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Amadekariyên ji bo pakêteke nû ya darazê li Parlamentoya Tirkiyeyê ber bi dawîbûnê ve diçin.

Eger pakêta ku wekî "Paketa 11emîn a Darazê" tê binavkirin were pesendkirin, dê rê veke ku kesên LGBTI+ bi cezayê girtîgehê bên cezakirin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) jî bang li desthilatê dike ku wê paketê paşve bikişîne.

Di çarçoveya 11emîn Pakêta Darazê de, ku tê çaverêkirin di nava çend rojan de pêşkêşî parlamentoyê bê kirin, kesên LGBTI+ bi metirsiya zindanê re rûbirû dimînin.

Li gorî vê amadekariyê, kesên LGBTI+ bi tohmeta "tevgerên dijberî exlaqê giştî" dê bi cezayê zindanê yê di navbera salekê û 3 salan de bên cezakirin.

"Rihê vê paketê tawanbarkirina LGBTI+yan e"

Aktîvîst Yildiz Tarê li ser paketê got, “Rihê vê paketê rasterast li ser wê yekê hatiye avakirin ku LGBTI+yan tawanbar bike.

Armanc ew e ku ji salekê heta 3 salan wan bi zindanê ceza bike.

Di paketê de tê gotin ku kesên ku li dijî exlaqê giştî tevdigerin yan jî wan han didin dê bi zindanê bên cezakirin.

Ev madeyeke gelekî nezelal e. Eger ev pakêt bê pesendkirin, ji sedî 80yê vî xelkê ku hûn dibînin dê bikevin girtîgehê.”

Bi vê paketê re cezayê gelek tawanan tê zêdekirin.

Her wiha di heman paketê de derbarê qedexeyên li ser înternetê jî madeyeke nû heye ku berê jî hatibû rojevê lê ji aliyê Dadgeha Destûrê ve hatibû betalkirin.

Gelek aliyên siyasî bi hinceta ku dê zextên li ser azadiya derbirînê zêde bibin, bertek nîşanî vê paketê didin.

"Tiştekî diceribînin"

Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin jî li ser paketê wiha axivî:

“Li gorî agahiyên ku derbarê vê paketê de eşkere dibin, wisa dixuye ku tiştekî diceribînin.

Pakêt li gorî berteka ku dê derkeve tê amadekirin, ji ber ku gelek madeyên ku niha bertek ji bo tên nîşandan, berê jî hatibûn rojevê lê paşê hatibûn betalkirin.

Niha careke din tînin. Pêşbîniyeke me ya bi vî rengî hebû. Diyar e gelek tiştên din jî dê wiha parçe parçe bên rojevê."

Bi taybetî ji ber ku jiyana kesên LGBTI+ dixe metirsiyê, ji qada navneteweyî jî nerazîbûn û bertekên li dijî paketê zêde dibin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) bi daxuyaniyekê bangî desthilata Tirkiyeyê kir ku vê paketê paşve bikişîne.

Li gorî paketê, kesên ku "zewaca LGBTI+" bikin, li derve wekî destgirtî bijîn yan jî kesên ku piştgiriya wan bikin, dê ji salekê heta 3 salan bi cezayê zindanê bên cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst