Ocalan li ser pêvajoyê daxuyanî da

Duh li 12:45
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan Heyeta DEM Partiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê diyar kir ku Abdullah Ocalan derbarê pêvajoyê gotiye, “Ev pêvajo pêvajoyeke tevlîbûna Kurdan a bi rêya hiqûqî ya nav komarê ye, avakirina komara demokratîk a bi hevgirtineke berfireh a civakî ye.”

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hevdîtina ku 2yê Kanûna Pêşîn a 2025an pêk hatiye 4 demjimêran ajotiye.

Heyetê ragihand ku Ocalan gotiye, "Ev pêvajo pêvajoyeke tevlîbûna Kurdan a bi rêya hiqûqî ya nav komarê ye û avakirina komara demokratîk a bi hevgirtineke berfireh a civakî ye."

Li gorî daxuyaniyê, Ocalan encamên erênî yên hevdîtina bi Komîsyona Parlamentoyê re nirxandine.

Her wiha Ocalan bal kişandiye ser hewldan û gotinên ku demên dawî li dijî pêvajoyê tên kirin û ev yek wekî "sabotajê" nirxandiye.

"Mekanîzmaya darbeyê"

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Ev rewşeke wiha ye ku wekî mekanîzmaya darbeyê di tevahiya pêvajoyan de derdikeve holê.

Ev ne xebateke klasîk a darbeyê ye. Mîna pêngavekê ye ku li hemberî hewldanên bipêşxistina pêvajoyê derdikeve holê.

Divê wekî hewldanên avakirina rewşeke xeternak û metirsîdar bên fêhmkirin.

Di roja me de ev derdor berdewamiya hêzên derveyî normê yên dewletê ne.

Li aliyê din li hemberî wê kevneşopiya ku mîna rêbazeke çand, siyaset, rêxistinbûna nepenî û eşkere ya wekî şêwazekî darbeyê dixebite û sedsala dawî ya Tirkiyeyê teşe kiriye, îradeyeke siyasî û civakî jî derketiye holê û ev îrade bi hêz dibe."

Nexşerêya 27ê Sibatê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ocalan bal kişandiye ser bipêşketinên pêvajoyê û wiha nirxandiye:

"Midaxeleyên derveyî demokrasiyê û tundiya siyasî, dê bi derxistina yasayeke aştiyê ya li ser bingeha hiqûqa piralî ji rojeva Tirkiyeyê derkeve.

Di vî alî de daxuyaniya me ya 27ê Sibatê bernameyek e ku rê nîşan dide.

Tevahiya gavên bi vê armancê hatine avêtin û berpirsyariya ku me girtiye ser milê xwe nîşaneya armanca me ya jiyana hevpar e."

"Em xwedî îradeyeke xurt in"

Di berdewamiya peyama Ocalan de ev daxwaz hatin kirin:

"Li Tirkiyeyê hemû derdorên siyasî û civakî yên ku dixwazin şensê birêvebirin û desthilatê rast bi kar bînin, divê bi helwesteke rast nêzîkî pirsgirêkên siyasî bibin û bibin navbeynkarê çareseriya demokratîk.

Ev pêvajo tê wateya ku Kurd bi rêya hiqûqê tevlî komarê bibin û bi beşdariya herî berfireh a civakî komareke demokratîk bê avakirin.

Ez dixwazim bibêjim ku em xwediyê îrade û biryareke xurt a bipêşxistina pêvajoyê ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst