Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqere ya paytexta Tirkiye di roja 3ê Hezîranê de di dema li parlementoya wî welatî Serokkomar û Parlementerên wê yên nû sond dixwarin, baraneke dijwar li wî bajarî bariya û gelek kolan dibin avê de man û lehî rabû. Di vê werza havînê de tu dibêjî qey nîva zivistanê ye.
Li Taxa Kayalar a navçeya Yenimahalle ya Enqerê av kete bi dehan malan û av wek solavê ji malan derdikeve û tiştên welatiyan li ber avê çûn.
Welatî Gokhan Ozturk anî ziman, “Ev kolan şaş hatiye çêkirin, mîmariya wê şaş e. Jêrxana vê kolanê jî tune ye, ava ji jor de tê hemû wek lehiyê dikeve qatên jêr ên vê avahiyê û wek di dîmenan de xuya dike wek solavê wan malên qatê yek û duyem tijî dike. Her ku baraneke zêde bibare heman tişt çêdibe. Ji ber tedbîrên pêwîst ji aliyê şaredariyê ve nayên wergirtin, jêrxan tune ye ev yek dê her tim dubare bibe.”
Şilîya ku di demjimêrên sibehê de despêkirî her ku çû hêza wê zêdetir bû û li piraniya navçeyên Enqere rê bûn wek çem û gelek otomobîl di rêya de asê man.
Bo pakkirina ava lehiyê ya li ser rêyan kombûyî tîmên şaredariya Enqere li ser karbûn. Lê xelk dibêje di dema xwe de şaredariyê tedbîrên pêwîst wernegirtine.
Welatî Sedat Yaman got, “Di sala 2020 û 2022an de karesatên lehiyê çêbûn û her wiha ev karesata lehiyê ya ku me îro dîtî hemû Tirkiye û hemû Enqere dizane ev cara çarem e ku em vê karesata lehiyê dibînin. Ev tiştên hatine tomarkirin û tên zanîn in. Di vê derbarê de tevî hemû hewldanên me û agahdarkirina şaredariyê heta niha çareseriyek ji vê rewşê re nehatiye dîtin.”
Di encama vê lehiyê de gelek malên ku ketîn ber lehiyê tijî herî bûne û ziyanên malî zêde ne.
Parêzgariya Enqere bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku "gelek cihên kar û rê di bin lehiyê de mane lê ziyanên canî tune ne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse