Li Enqereyê lehî rabû: Mal di bin avê de man

03-08-2025
RÛDAW
Nîşan Enqere Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barana gur a ku doh danê êvarê li Enqereyê dest pê kir, hinek mal û kargehên li qatên zemînî û bodruman di bin avê de man û otomobîl di rê de man.

Barana gur li navçeyên Sincan, Beypazarî û Polatliyê bû sedema lehiyê û hinek kolan û cade di bin avê de man.

Her wiha otomobîl di rê asê de man, avê da bin hinek mal, kargeh û depoyên li qatên zemînî û bodruman û kanalîzasyon di ser re avêtin.

Tîmên şaredariyê li herêmên ku lehî lê rabû, dest bi xebatên valakirina avê kir.

Hat ragihandin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ji ber barana bihêz bi 1450 otomobîl û 3 hezar û 80 personelî dest bi xebatan kiriye.

Ajokaran li ser rêya Eskîşehîr-Polatliyê ji ber barana bihêz di çûn û hatinê de zehmetî kişand û li ser rêya Sîncan-Ayaşê jî av kom bû.

Ji ber barana bihêz, li taxên Malazgîrt û Tandoganê yên Sîncanê kanalîzasyon di ser re avêtin û av ket qatên zemînî û bodrumên hinek avahiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin