Êrîşa Mêrsînê: 27 kesên desteserkirî hatin berdan

04-10-2022
RÛDAW
Nîşan Mêrsîn Êrîşa Mêrsînê Tirkiye PKK HPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 28 kesên ku ji ber êrîşa xwekujî ya li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê di çarçoveya lêpirsîna “terorê” de hatibûn desteserkirin, 27 ji wan hatin azadkirin. 18 ji wan kesên desteserkirî karmendên şaredariyê bûn.

Roja Duşembê 3ê Cotmeha 2022ê ji wan 28 kesên ku bi tohmeta peywendiya wan ligel PKKê heye hatibûn desteserkirin û lêpirsîn ligel wan dihat kirin, 13 ji wan piştî bidawîbûna lêpirsînê li Rêveberiya Polîsên Mêrsînê hatin azadkirin.

Derengê şevê jî çar ji wan kesan piştî wergirtina îfadeyê ji aliyê Dozgeriya Giştî ve û 10 kesên din piştî ku hatin dadgehkirin bi mercê kontrola edlî hatin azadkirin.

Hatiye ragihandin ku hewlên desteserkirina 2 kesên din di çarçoveya heman lêpirsînê de berdewam in.

Piştî êrîşa şeva 26ê Îlona 2022ê bo ser bingehekî polîsan li bajarokê Mezitli yê ser bi bajarê Mêrsînê ve, Dozgeriya Giştî ya Mêrsînê dest bi lêkolînê kir.

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Mêrsînê roja Çarşembê 28ê Îlonê desteserkirina 22 kesan ragihand, heman rojê li Mêrsînê operasyonek bo desteserkirina 30 kesan destpê kir ku 18 ji wan karmendên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê bûn.

Roja Pêncşembê 29ê Îlonê li Mêrsîn a Tirkiyê û Şirnex a Bakurê Kurdistanê 7 kesên din hatin desteserkirin. Roja Înê 30ê Îlonê jî 9 kesên din li Mêrsînê bi tohmeta “propagandeya bo PKKê” hatin desteserkirin.

Şeva 26ê Îlona 2022ê demjimêr 22:54 li bajarokê Mezitli yê Mêrsînê du jinan êrîşî bingehekî polîsan kirin. Di êrîşê de polîsek hat kuştin û polîsekî din ligel sê kesên sivîl birîndar bûn. Piştre herdû jinan xwe teqandin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye, roja Pêncşembê 29ê Îlonê berpirsyariya pêkanîna êrîşê li xwe girt û ragihand ku êrîş xwekujî bûye û ji aliyê du gerîlayên bi navên “Dilara Ûrper” bi nasnavê “Sara Tolhildan” xelka Şirnexê û “Emel Feremez Hisên” bi nasnavê “Rûken Zelal” û xelka Qamişlo hatiye pêkanîne.

HPG gotibû, êrîşa li Mêrsînê “bersivek bû li dijî bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li dijî gerîlla û komkujiyên nav girtîgehan.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst