Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, li dijî êrişên ku destpêkê ji aliyê alîgirên Bursasporê ve hatin destpêkirin û paşê ji aliyê alîgirên tîmên Ankaragucu, Samsunspor, Goztepe û Rîze Sporê ve berdewam kirin, giliyê berpirsan kir.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da.
Kî hatin gilîkirin?
Di daxwaznameya gilîkirinê de, kesên ku di nava alîgirên Bursasporê de tev li tezahûratan bûne û lîderên trîbunan ên ku ev heqaret organîze kirine, birêvebirên Klûba Bursasporê, komên alîgir ên Ankaragucuyê û yên ku ew araste kirine hatin hedefgirtin.
Her wiha nûner û çavdêrên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) yên ku di wan maçan de peywirdar bûn jî li lîsteya gilîkirinê hatin zêdekirin.
Tohmetên li dijî wan
Serlêdana sûc ji ber van tohmetan hat kirin: "Heqaret", "xerab bikaranîna peywirê", "sûcê nefret û cudakariyê", "tehrîkkirina gel û biçûkxistin" û "pesindayîna sûc û sûcdaran".
"Êrişa li dijî nasnameya Kurdan e"
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku ti eleqeya Leyla Zanayê bi futbolê re nîne, loma hedefgirtina wê ne êrişeke şexsî ye lê êrişeke li dijî "nasnameya jinê û nasnameya Kurdan" e.
Parêzeran destnîşan kir ku tezahûrat bi hestên nijadperest û zayendperest hatine kirin.
Her wiha hat tekezîkirin ku ev êriş, êrişeke yekser a li dijî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" e.
Hevserokan diyar kir ku êrişa hatiye kirin organîzekirî ye û hewldana sabotekirina pêvajoya heyî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse