Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîlîfkeyê ya parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê agir bi xaniyekî du qatî ket.
Di encama şewatê de 2 zarok mirin.
Şewat li taxa Mukaddemê ya navçeya Sîlîfkeyê ya parêzgeha Mêrsînê di xaniyê malbata Turkeran de rû da.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirkuj û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên agirkujiyê bi hewldaneke mezin agir vemirand.
Piştî ku agir hat vemirandin tîm ketin hundir û termên Poyraz Turkerê 7 salî û Ayaz Turkerê 1 salî dîtin.
Li gorî lêkolînên destpêkê, tê texmînkirin ku agir ji ber sobeyê derketiye.
Hat diyarkirin ku dema dayîka zarokan Ayşenur Turker ji bo kirîna nan çûye dikanê agir bi malê ketiye.
Her wiha hat zanîn ku bavê zarokan Halîl Turker jî li ser karê xwe bûye.
#WÊNE - Li Mêrsînê agir bi xaniyekî ket
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 27, 2025
💢 Li navçeya Sîlîfkeyê ya parêzgeha Mêrsînê agir bi xaniyekî du qatî ket
💢 Di şewatê de 2 zarok mirin pic.twitter.com/ySNyBvdKWP
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse