DEM Partî: Divê Îran guh bide daxwazên gel

Duh li 11:10
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Îran Xwenîşandan Tuncer Bakirhan Tulay Hatîmogullari
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê li ser xwenîşandanên li Îranê daxuyanî da û bangî birêvebiriya Îranê kir ku tundiyê rawestîne.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê li ser krîza aborî û xwenîşandanên ku ji ber binpêkirina mafan li Îranê dest pê kiriye peyam belav kirin.

Hevserokan bi rêya hesabên xwe yên medyaya civakî bangî birêvebiriya Îranê kir ku "dawî li tundiyê bîne" û "guh bide daxwazên demokratîk ên gel."

"Em nêzîkatiya ku kolanan dike qada şer red dikin"

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku nerazîbûnên li Îranê ne tenê ji ber hilweşîna aborî ne, di heman demê de lêgerîna edalet û azadiyê ne.

Bakirhan bal kişand ser tevgera leşkerî ya li bajarên Kurdan û got:

"Ev dengê ku jin, ciwan û kedkar li Îranê bilind dikin, daxwaza welatîbûna wekhev e.

Wekî DEM Partiyê em van daxwazan rewa dibînin û em polîtîkayên zordar ên ji bo tepisandina îradeya gelan şermezar dikin.

Em wê nêzîkatiya ku kolanan, qadan û bi taybetî bajarên Kurdan bi awayekî fiîlî vediguhêzîne qada şer red dikin.

Divê desteserî, îdiayên şkenceyê û darvekirinên bêdaraz demildest bên rawestandin."

Bakirhan diyar kir ku rêya îstîqrarê ne di tundiyê re, di pergaleke demokratîk a ku dispêre rizaya gel re derbas dibe.

"Pêkanînên li derveyî mirovahiyê hene"

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî di daxuyaniya xwe de daneyên li ser binpêkirina mafan a li herêmê parve kirin û bertek nîşanî bikaranîna tundiya giran da.

Hatîmogullariyê amaje bi daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê kir û da zanîn ku di xwenîşandanan de herî kêm 19 kesan canê xwe ji dest daye û bi sedan birîndar hene.

Hatîmogullariyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Girtina birîndaran a li navendên desteseriyê û neçarkirina zarokan a ji bo îtirafkariyê li derveyî mirovahiyê ye.

Em êrişên ku di serî de li bajarên Kurdan û li seranserê Îranê dibin sedema mirinan şermezar dikin.

Helwesta herî xurt a li dijî hewldanên hêzên emperyalîst ên ji bo dizaynkirina Rojhilata Navîn, rêzgirtina welatên herêmê ya ji bo îradeya azad a gelan e."

Hatîmogullariyê bangî birêvebiriya Îranê kir ku dest ji zextan berde û kanalên çareseriya demokratîk veke û got, "Em li cem têkoşîna bi rûmet û rewa ya gelên Îranê ne."

Her du hevserokan jî di daxuyaniyên xwe de destnîşan kir ku krîzên li Rojhilata Navîn û destwerdanên derve tenê bi demokratîkbûnê dikarin bên derbaskirin û bangî rejîma Îranê kir ku guh bide dengê milyonan û rêyên aştiyane veke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst