Hewlêr (Rûdaw) - Xeta Esmanî ya Tirkiyê (Turkish Airlines) ragihand ku mercên encama negatîv a pişkinîna Coronayê di geştên navxwe û karta vaksînê di hemû geştan de hilweşandiye. Di vê derbarê de Turkish Airline li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku li gor biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, biryara hilweşandina mercê hebûna encama negatîv a pişkinîna Coronayê di geştên navxwe û karta vaksînê di hemû geştên navxwe û derve de hatiye dayîn.
Tê gotin ku biryar ji roja Înê 4ê Adara 2022ê ve tê cîbicîhkirin û lê hatiye tekezkirin ku danîna maskeyê di geştan de neçarî ye.
Ji aliyekî din ve roja Sêşemba borî 1ê Adarê, Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê qedexeya danîna maskeyê li cihên vekirî hilweşand û tenê qedexe di nav sedemên veguhestina giştî de berdewam kiribû. Lê di daxuyaniya nû de, Wezareta Tendirûstî ew biryar jî hilweşand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse