Tirkiyeyê geştên ji bo Bexdayê bi paş xistin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Turkish Airlines Balafirxaneya Bexdayê Hewlêr Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê geştên asmanî yên ji bo balafirxaneyên Îraqê bi paş xistin.

Birrêvebiriya Balafirxaneyên Îraqê jî got, "Ji sibe ve geşt dest pê dikin û tenê bi roj geşt tên kirin."

Birêvebirê Beşa Pêwendî û Ragihandinê yê Birêvebiriya Balafirxaneyên Îraqê Ehmed Wehîd ji Rûdawê re got, "Agahdariyek ji aliyê Tirkiyeyê ve ji me re hatiye ku hemû geştên asmanî yên ji balafirxaneyên Tirkiyeyê ber bi Îraqê û berevajî wê hatine rawestandin."

Ehmed Wehîd her wiha got, "Paşê em hatin agahdarkirin ku geştên asmanî heta sibe hatine rawestandin û ji sibe ve geşt dest pê dikin û dê tenê bi roj bin."

Li gorî gotina Ehmed Wehîd, dawî geşta asmanî ya ji Bexdayê ber bi Tirkiyeyê ve îro piştî nîvro demjimêr 01:17an bû.

Li aliyê din, Birêveberê Giştî yê Balafirxaneya Bexdayê Mazin Şiblî ji Rûdawê re got, "Heta niha tiştekî fermî negihiştiye destê me." Lê wekî ew dibêje, ji sibe ve demên geştan diguherin.

Li gorî tabloya geştan a Hêlên Asmanî yên Tirkiyeyê (Turkish Airlines), geştên asmanî yên îşev ên ji bo Balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê asayî ne lê geştek ku biryar bû bigihe Balafirxaneya Bexdayê hatiye betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst