Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê jina ku bi hevjînê xwe yê berê û hevalê wî re siwar nebû bi guleyan hat kuştin.
Bûyerê îro li navçeya Şîşliyê rû da.
Dema ku Bahar Aksu (34) diçû kar, ji aliyê hevjînê xwe yê berê R.E. (37) û hevalê wî S.S. (35) ve hat dîtin.
Her du kesan xwest ku wê bi kotekî û darê zorê li otomobîla bi plakaya 17 LT 343 siwar bikin û birevînin.
R.E., gava ku dît Aksu li ber xwe dide û naxwaze li otomobîlê siwar bibe, ew da ber guleyan û bi lingên xwe ji cihê bûyerê reviya.
Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Bahar li cihê bûyerê miriye.
S.S.yê ku erebe diajot, li gel S.Y. (33) û A.B. (44) yên ku di otomobîlê de bûn li Sîlîvriyê ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Di lêkolînên polîsan de hat destnîşankirin ku Bahar Aksu û R.E. sala 2019an zewicîne û sala 2022yan ji hev veqetiyane.
Baharê sala 2020î ji ber gef û şideta wî du caran serî li polîsan daye lê biryar nehatiye dayîn ku ew were parastin.
R.E. heta vê kêlîkê jî nehatiye girtin û polîs lê digerin.
“Min direvînin”
Şahidekî ji rojnamegeran re got, "Pêşî dengê qêrînê hat. Pişt re jinê gazî kir û got 'Min direvînin.'
Li ber xwe da, xwe rizgar kir û reviya lê gumanbar ew da ber guleyan.”
Bûyer ji aliyê kameraya ewlehiyê ya cihekî kar hatiye tomarkirin.
Di dîmenan de tê dîtin ku R.E. bi bezê tê ba Baharê û wê bi kotekî dikişîne cem erebeyê.
Pişt re jî dema ku jin ji destê wî xelas dibe û direve, ew ji paş ve nêzîkî wê dibe û bi demançeyê guleyan berdidiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse