Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê Serokê CHPyê Ozgur Ozel ji ber gotinên wî yên li dijî Serdozgerê Giştî yê Stenbolê Akin Gurlek lêpirsîn hat destpêkirin.
Serokê CHPyê Ozgur Ozel 4ê Hezîrana 2025an li navçeya Gaziosmanpaşayê ya Stenbolê di mîtînga partiya xwe de axivî û ji ber girtina şaredar û berpirsên CHPyê bi tundî Serdozgerê Giştî yê Stenbolê Akin Gurlek rexne kir.
Ozgur Ozel derbarê belavkirina dîmenên dema girtina şaredar û berpirsên CHPyê de hişyarî da Akin Gurlek.
Ozgur Ozel got, “Ez ji hemû Stenboliyan dipirsim. Bila bersiva wê ji vê derê bibihîsin.
Eger careke din dîmeneke ku ji malbat, zarok û mezinên hevalên me re zehmet be were kişandin, hûn amade ne, kesên ku dîmenan digrin û didin girtin poşman bikin.
Sebra me bi dawî bûye, ez bi biryardariya li Saraçhaneyê dibêjim, ez dê werim û parçe parçe bikim.
Em wekî zilaman tên, çalakiya xwe dikin û belav dibin lê eger tu min aciz bikî, em dê kom bibin û êdî belav nabin.”
Serdozgeriya Stenbolê ragihand, derbarê gotinên Ozgur Ozel ên derbarê Akin Gurlek lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Serdozgeriya Stenbolê dibêje, gotinên Ozel tawanên “bi armanca rêgirîkirina karên endamê darazê gef” û “ji ber karên wî heqareta li endamê hikûmî” ne.
Serdozgeriyê got, “Derbarê Serokê Partiya Gel a Komarî Ozgur Ozel de ji ber gotinên wî yên li ser Serdozgerê Stenbolê Akin Gurlek de yên li mîtînga li bajarê me, di çarçoveya xalên Yasaya Cezayê ya Tirk lêpirsîn hat destpêkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse