Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku derbarê Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel dest bi lêpirsînê hat kirin.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji ber gotinên wî yên têkildarî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, derbarê Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel dest bi lêpirsînê hat kirin.
Yilmaz Tunç di daxuyaniya xwe de got, "Ev gotinên ku ji hedê xwe derketine û li derveyî sînorên rêzgirtinê ne, êrişeke eşkere ye li dijî îradeya ku nûnertiya 86 milyon welatiyan dike.
Siyaset di nava sînorên edep û exlaqî de tê kirin."
Yilmaz Tunç di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman:
“Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, derbarê gotinên biheqaret ên Serokê Giştî yê CHPê yên li dijî Rêzdar Serokkomarê me, dest bi lêpirsînê kir.
Ev zimanê Serokê Giştî yê CHPyê bi kar aniye, êdî ji pirsgirêka uslûbê derketiye û ew bûye rewşeke ku ji nezaketa siyasî jî derbas bûye.
Miletê me wekî heta niha, ji niha û pê ve jî dê ti carî rê nede kesên ku siyaseta reşkirin û bêbextiyê dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse