ÎHD: Firotina cilên bi Torosa Spî rewakirina tawanê ye

05-10-2025
RÛDAW
Nîşan Torosên Spî ÎHD Tîşort
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona li Dijî Nijadperestî û Cudakariyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bertekeke tund nîşanî firotina tîşortekî bi wêneyê "Torosa Spî" da û ragihand ku ev yek "pesindana tawan û tawanbaran e".

ÎHDyê bang kir ku derbarê vê yekê de demildest lêpirsîn were destpêkirin.

"Sembola kuştinên salên 1990î"

ÎHDyê îro li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku "Torosa Spî" nabe ku bibe malzemeyeke bazirganiyê ku wekî sembola kuştinên kiryarnediyar ên salên 1990î tê zanîn.

Komeleyê ev yek wekî rewakirin û pesindana tawanên li dijî mirovahiyê nirxand.

“Van tîşortan rakin û lêborînê bixwazin”

ÎHDyê di daxuyaniya xwe de bangî platforma firotanê ya online Trendyolê kir ku demildest wan tîşortan ji firotanê rake, ji raya giştî û malbatên qurbaniyan lêborînê bixwaze û ji bo ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin, mekanîzmayeke kontrolê ava bike.

Li ser medyaya civakî bertekên tund

Platforma e-bazirganiyê Trendyolê, di bin navê "Otuken Online"yê de tîşortekî ku wêneyê "Torosa Spî" li ser e, xistibû firotanê.

Ev yek li ser medyaya civakî rastî nerazîbûnên mezin hatibû û bikarhêneran bi etîketa #TrendyolBoykot banga boykotkirina platformê û rakirina berhemê kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst