Li Tirkiyê dema karetînê hat kêmkirin

06-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê ragihand ku dema kerentînekirina pêketiyên Coronayê ji 14 rojan daxistine 7 rojan. Ev di demekê de ye ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojekê de hejmara pêketiyên nû yên Coronayê wek 66 hezar û 467 kes hat tomarkirin.

Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca piştî civîna Lijneya Zanistî diyar kir ku wan dema kerentîneyê nûjen kiriye û got: “Bo pêketiyên Coronayê dema kerentînekirinê êdî 7 roj in. Piştî 7 rojan bo kesên ku sivik an jî qet nîşanên nexweşiyê nebin kerentîne bi dawî dibe. Eger kesên testa wan pozîtîf be piştî 5 rojan testa wan negatîf derkeve jî ji kerentîneyê karin derkevin.”

Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê jî peyamek belav kiriye û dibêje: “Ligel corê nû Omicronê her çiqas hejmara pêketiyên nû zêde bûye jî lê ev rewş ne metirsîdar e. Li aliyê din em neçar in hem xwe hem jî karmendên tendirûstiyê biparêzin. Tîka ye dema hûn çûn nexweşxaneyê hişyar bin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dema kerentînekirinê ku 10 roj bûn ji ber metirsiya corê Delta Plus di Gulana 2021ê de wek 14 roj hatibû diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst