Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partiyê û Partiya Tevgera Netewperst (MHP) ji bo Serokayetiya Parlamentoya Tirkiyê, Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Numan Kurtulmuş wek berbijêr nîşan dan.
Desteya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an bi Serokayetiya Serokê Demkî yê Parlamentoya Tirkiyê dicive. Di wê civîna parlamentoyê de bi dengdana nehênî dê hilbijartina serokê parlamentoyê were kirin.
Piraniya dengên parlamentoyê di destê Hevpeymaniya Cumhur a bi serkêşiya AK Partî û MHPê de ne û berbijêrê wan ê Serokayetiya Parlamentoyê cihê mereqê bû, lê roja Dûşemê 5ê Hezîrana 2023an wan herdû partiyan Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş wek berbijêr bo posta Serokayetiya Parlamentoyê nîşan dan.
Serokê Firaksiyona AK Partiyê Abdullah Guler û Serokê Firaksiyona MHPê Erkan Akçay daxwaznameya derbarê berbijêriya Serokayetiya Parlamentoyê ya Numan Kurtulmuş de radestî Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Tirkiyê Mehmet Alî Kumbuzoglu kirin.
Piştî radestkirina daxwaznameyê Serokê Firaksyona AK Partiyê Abdullah Guler daxuyaniyek da çappemeniyê û ragihand serlêdana bo berbijêriya Serokayetiya Parlamentoyê di 3ê Hezîranê de destpêkiriye û roja Sêşemê 6ê Hezîrana 2023an di demjimêr 24:00an de bi dawî dibe.
Guler eşkere kir ku wan weke Parlamenterên AK Partî û MHPê li gor Destûra Bingehîn û rêziknameya navxwe ya Parlamentoyê Numan Kurtulmuş weke berbijêrê Serokayetiya Parlamentoyê diyar kirine û got: “Serlêdana berbijêriyê li ser xêrê be. Baweriyeke temam a me bo parlamenterê me yê Stenbolê Numan Kurtulmuş heye ku dê di serdema 28emîn a yasadanînê de serdemeke baş a yasadanînê birêvebibe.”
Roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an dê yekem gera hilbijartina Serokayetiya Parlamentoyê bê kirin. Eger yek ji berbijêran, di du gerên destpêkê de 400 dengan bidest nexe, dê hilbijartin biçe gera sêyem, di gera sêyem de kesê ku dengê 301 kesan wergire biser dikeve, lê eger tu kesî ev deng bidest nexistibin, du kesên ku dengên herî zêde bidest xistine, wê di gera çarem de rikeberiyê bikin û berbijêrê ku dengê herî zêde wergire wê bibe Serokê Parlementoya Tirkiye.
Piştî ku Seokê Parlementoyê hat hilbijartin bi heftiyekê, wê Dîwana Serokê Parlementoyê were destnîşankirin. Her wiha wê Wekîlê Serokê Parlementoyê, Endamên Rêveberiya Îdarî û Katip werin destnîşankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse