Devlet Bahçelî: Divê destûra darbeyê were jinavbirin

06-06-2025
RÛDAW
Nîşan Cejna Qurbanê Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê MHPyê Devlet Bahçelî roja yekem a Cejna Qurbanê got, “Divê destûra darbeyê were jinavbirin û destûreke nû were çêkirin.”

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî li ser rojeva Tirkiyeyê diyar kir ku pêwîstî bi destûreke ku xwe bispêre îradeya neteweyî heye û piştî cejnê dê kar û xebatên destûra nû bên birêvebirin.

Devlet Bahçelî li Enqereyê serdana goristanê kir û pirsên rojnamegeran bersivand.

Bahçelî da zanîn, divê were qebûlkirin ku pêwîstî bi destûreke nû heye û dê bi nêrîna hemû partiyên siyasî ev kar were kirin.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî anî ziman:

“Pêwîstiya Tirkiyeyê bi aramî û aştiyê heye.

Ji ber vê yekê jî piştî cejnê di çarçoveya yasayan de di amadekirina destûreke nû de roleke girîng dikeve ser Parlamentoya Tirkiyeyê.

Em dixwazin kar û xebateke ku Tirkiyeyê ji bo siberojê amade bike bidin destpêkirin.

Divê Destûra darbeyê were jinavbirin û were qebûlkirin ku pêwîstî heye bi nêrîna hemû partiyên siyasî destûreke ku xwe dispêre îradeya neteweyî bê amadekirin.

Ya duyemîn divê yasaya partiyên siyasî di ber çavan re bê derbaskirin.

Sêyemîn divê sîstema hilbijartinan di ber çavan re bê derbaskirin.

Çaremîn ji bo parlamento zêdetir karibe karê xwe bike divê kar bê nûjenkirin û rola parlamentoyê bê bihêzkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin