Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Partî) ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan çû Girava Îmraliyê.
Heyet ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û parêzer Ozgur Faîk Erol pêk tê.
Heyet dê bi Erdogan re bicive
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê vê hefteyê bi heyeta DEM Partiyê re bicive.
Erdogan ku piştî serdana xwe ya Azerbeycanê di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivandin û got:
“Bi destpêkirina bicihanîna biryara çekdanînê ya rêxistina terorê re, dê pêvajo hinekî din bilez bibe.
Bi derketina çek, xwîn û hêsiran a bi temamî ji rojeva gelê me, dê deriyekî nipînû li pêşiya me vebe.”
Erdogan li ser pirsa ku dê di hevdîtinê de behsa kîjan mijaran bê kirin ev bersiv dabû:
“Saziyên me yên pêwendîdar her gavê bi hûrgilî dişopînin û gavên pêwîst diavêjin.
Em vê pêvajoyê bi serê xwe nahêlin û em destûrê nadin provokasyonan jî.
Em bi hûrgilî dixebitin û bi gavên ewle bi pêş ve diçin.
Em dê bi heyeta DEM Partiyê re jî gavên ku heta niha ji bo gihîştina armanca Tirkiyeya Bêteror hatine avêtin û yên ji niha û pê ve gotûbêj bikin. Hevdîtina me dê di nava hefteya bê de be.
Derbarê vê mijarê de Midûrê min ê Ofîsa Taybet Hasan Dogan dê bi wan re têkiliyê deyne û dîroka hevdîtinê diyar bike.
Di wê dîrokê de, dê ji DEM Partiyê Pervîn Buldan û li gel wê Mîthat Sancar bi hev re werin.
Di vê hevdîtinê de, dê li gel min Wekîlê Serokê me yê Giştî Efkan Ala û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî hebin. Em dê bi hev re vê hevdîtinê bikin.
Çekdanîna rêxistina terorê PKKyê dê ji bo Tirkiyeyê hem di warê ewlehiyê, hem di warê demokrasiyê û hem jî di warê bipêşketinê de bibe destpêka serdemeke nû.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse