Karmenda Parlamentoya Tirkiyeyê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin

06-08-2025
RÛDAW
Nîşan Salîha Akkaş Salîh Akkaş Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karmenda Parlamentoya Tirkiyeyê Salîha Akkaşa 40 salî ku doh ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hatibû birîndarkirin îro mir.

Salîha Akkaşa ku di Koma CHPyê ya Parlamentoyê de dixebitî 5ê Tebaxê ji aliyê hevjînê xwe Salih Akkaşê 45 salî ve ku di qonaxa hevberdanê de bûn li malê bi kêrê hat birîndarkirin.

Salih Akkaş 37 derbên kêrê li hevjîna xwe dabûn.

Salîha Akkaşê li ser agahdarkirinê rakirin nexweşxaneyeke taybet a Enqerê lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê îro mir.

Hat zanîn ku Salîha Akkaş berî demekê ji bo parastina ewlehiya canê xwe serî li dadgehê dabû û biryara parastinê hatibû dayîn.

Tevî vê yekê hevjînê wê li mala wê ew bi kêrê kuşt.

Gelek parlamenter û partiyên siyasî bi daxuyaniyan kuştina Salîha Akkaşê şermezar kir.

DEM Partiyê jî ragihand ku tevî Salîha ji bo parastina canê xwe serî li saziyên darazê dabû lê nehat parastin û canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin