Pêşniyara DEM Partiyê hat qebûlkirin: 3 endamên nû dê tevlî komîsyonê bibin

06-08-2025
RÛDAW
Nîşan Komîsyon Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê pêşniyar kir ku li şûna sê kursiyên vala yên di “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” ya Parlamentoya Tirkiyeyê de endamên nû bên hilbijartin.

Pêşniyar hat qebûlkirin û li gorî vê, dê CHP, DEM Partî û AK Partî her yek endamekî nû tevlî komîsyonê bikin.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku ji bo pêvajoya çareseriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin doh yekem civîna xwe li dar xist.

Civîna ku bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş 8 saetan domiya, tê de nav û rêbazên xebatê yên komîsyonê hatin diyarkirin.

Li gorî agahiyan, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê derbarê 3 kursiyên vala yên ku ji bo ÎYÎ Partiyê hatibûn veqetandin lê ji ber beşdarnebûnê vala mabûn, pêşniyarek pêşkêş kir.

Koçyîgîtê diyar kir ku hesabkirina li ser kursiyên vala ne rast e û pêşniyar kir ku li şûna wan endamên nû bên erkdarkirin. Partiyên din ên wekî AK Partî, CHP û MHPê ev pêşniyar qebûl kirin.

Piştî gotûbêjan, hat lihevkirin ku CHP, DEM Partî û AK Partî her yek endamekî nû ji bo komîsyonê diyar bikin.

Ev pêşniyar dê di civîna 8ê Tebaxê de bi awayekî fermî bibe biryar û partî dê navên endamên xwe yên nû eşkere bikin.

Bi vê guherînê re hejmara endamên DEM Partiyê ji 4an dibe 5, ya AK Partiyê ji 21ê dibe 22 û ya CHPyê jî ji 10an dibe 11.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin