Hewlêr (Rûdaw) - 11emîn Paketa Darazê pêncşemê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê tê kirin.
Eger paket di parlamentoyê de bê pesendkirin tê pêşbînîkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 50 heta 55 hezar girtî ji girtîgehan bên berdan.
Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, 11emîn Paketa Darazê ku AK Partî û Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê demeke dirêj e li ser dixebitin, dê 26ê Çiriya Paşîn a 2025an pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê were kirin.
Li ser daxwaza MHPyê û Wezareta Dadê, madeyek jî li paketê hatiye zêdekirin ku çarçoveya "destûra Covid-19ê" berfireh dike.
Bi deh hezaran girtî li benda vê biryarê bûn. Li gorî guhertina nû, êdî ne dîroka "teqezbûna cezayê" lê dîroka "kirina sûc" esas tê girtin.
Girtiyên siyasî li derveyî paketê ne
Kesên ku beriya 31ê Tîrmeha 2023yan sûc kirine lê cezayê wan teqez nebûye jî dê bikarin ji paketê sûdê wergirin û cezayê xwe yê mayî bi mercê "kontrola dadî” li derve derbas bikin.
Di qonaxa yekem de tê çaverêkirin ku 50 heta 55 hezar girtî bên berdan.
Her ku dozên li dadgehan bi encam dibin, tê pêşbînîkirin ku ev hejmar zêdetir bibe.
Lê li gorî beşek ji medyaya Tirkiyeyê girtiyên siyasî li derveyî vê paketê hatine hiştin.
Xala herî balkêş û cihê nîqaşê ya paketê ew e ku cudahî di navbera cureyên sûcan de hatiye kirin.
Li gorî zanyariyan kesên ji ber "sûcên rêxistinî û terorê" girtî ne, nikarin ji vê yasayê sûdê wergirin.
Wate girtiyên siyasî dê di girtîgehan de bimînin.
Lê kesên ji ber sûcên wekî "kuştina mirovan", "îstîsmar", "destdirêjî" û sûcên adlî girtî ne, dê bikarin ji vê paketê sûdê werbigirin û derkevin.
Cezayên trafîkê û çekan tên girankirin
Di paketê de ji bilî mijara girtiyan, hinek guhertinên din jî hene.
Di sûcên rêxistinî de eger zarok wekî amûr bên bikaranîn, cezayê birêvebirên rêxistinê dê qatekê were zêdekirin.
Cezayê kesên ku li cihên niştecihbûnê teqînan dikin, tê zêdekirin.
Sînorê cezayê wan ji salekê dest pê dike û heta 5 salan diçe.
Her wiha cezayê guleberdana bi van çekan dibe 6 meh heta 3 salên girtîgehê.
Eger li dawet, nîşan an di merasîmên şandina leşkeran de gule bên berdan, ceza dê nîv qat were zêdekirin.
Di qanûna cezayê ya Tirkiyeyê de sûcekî nû tê pênasekirin.
Kesên ku di trafîkê de rê li ber otomobîlan digirin an nahêlin wesayît biçin, dê ji salekê heta 3 salan cezayê girtîgehê wergirin.
Eger kesek wesayîta yekî din bi zorê bibe cihekî din, cezayê wî dibe 2 heta 5 sal.
Tê çaverêkirin ku piştî pesendkirina Parlamentoyê, yasa bikeve warê bicîkirinê û bi deh hezaran girtiyên li benda paketê bûn bên berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse