Hewlêr (Rûdaw) -Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê bi hêza 4,3 pileyan erdhejek çêbû.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), erdhej 19:15an çêbû.
AFADê diyar kir ku kûrahiya erdhejê bi qasî 9,6 kîlometreyan bûye.
Rewangeha Kandilliyê jî kûrahiya erdhejê 5,9 kîlometre ragihand.
Divê bê gotin ku Sindirgi ev demeke bi erdhejan diheje û tirseke zêde ketiye dilê xelkê navçeyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse