Erdogan: Hilberîna petrola Gabarê gihîşt 81 hezar bermîlan

Duh li 01:56
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Petrol Şirnex Çiyayê Gabarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku hilberîna rojane ya petrolê li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê gihîştiye 81 hezar bermîlan.

Erdogan diyar kir ku li Şirnexê dîsa dest bi xebatên lêgerîna petrolê hatiye kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîna koma partiya xwe de axivî.

Erdogan bal kişand ser girîngiya sektora enerjiyê û zêdebûna hilberîna petrolê li bîrên Gabarê.

"Li Şirnexê lêgerîn didome"

Erdogan got, "Me li Gabarê hilberîna rojane ya petrolê ji 70 hezar bermîlan derxist 81 hezar bermîlan.

Li hundir û derveyî welat, berhemanîna me ya rojane ya petrolê gihîşt 180 hezar bermîlan."

Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha mizgîniya xebatên nû da û got:

"Pêngavên nû yên bi navên 'Seyît Onbaşi' û 'Naîm Suleymanoğlu' li Şirnexê dest bi lêgerîna petrolê kirine."

Amarên berhemanîna petrolê

Li gorî daneyên Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê, par li parêzgehên Bakurê Kurdistanê hilberîneke zêde ya petrolê çêbûye:

  • Şirnex: 16 milyon û 374 hezar û 971 bermîl
  • Amed: 7 milyon û 531 hezar bermîl
  • Êlih: 7 milyon û 476 hezar bermîl
  • Semsûr: 3 milyon û 163 hezar bermîl

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst