Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan sibe dê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive.
Serokê Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun derbarê serdanê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Altun, di parvekirina xwe da zanîn ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê bi serdaneke fermî here Tirkiyeyê û wiha got:
"Serokkomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan, sibe dê li Koşka Serokomariyê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku bi şandeyeke bilind re ji bo serdaneke fermî were welatê me qebûl bike.
Di çarçoveya serdanê de ku têkiliyên Tirkiye-Îraqê bi tevî bûyerên herêmî û gerdûnî yên rojane dê bêne nîqaşkirin, 'Civîna Konseya Hevkariya Stratejîk a Payebilind a Tirkiye-Îraqê' jî dê pêk were.
Bi vê boneyê tê texmînkirin ku belgeyên ku di warên cuda de hevkariyê di navbera her du welatan de armanc dikin dê bên îmzekirin."
Altun her wiha got, "Em bawer dikin ku bi serdana birêz Sudanî re têkiliyên Tirkiye-Îraqê yên bihêz dê di gelek waran de bihêztir bibin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse