Balafira Sererkanê artêşa Lîbyayê ket: ‘Me got qey erdhej çêbû’

4 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Gundî diaxivin / Wêne: Rûdaw, Gemini
Gundî diaxivin / Wêne: Rûdaw, Gemini
Nîşan Balafir Lîbya Ketin Enqere
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Lêkolînên tîmeke hevbeş a hikûmetên Lîbya û Tirkiyeyê li ser ketina balafira taybet a Sererkanê artêşa Lîbyayê Mihemed Elî El-Haddad didomin.

Balafir li nêzîkî gundên navçeya Haymanayê ya parêzgeha Enqereyê ya Tirkiyeyê ket.

Muxtar û xelkê gundên nêzîkî cihê bûyerê ji Rûdawê re behsa karesatê kir.

Piraniya gundiyan dibêjin, "Me got qey erdhejeke mezin çêdibe."

Li gorî zanyariyên Rûdawê, kesên yekem ên ku gihîştine cihê bûyerê muxtarên gundên derdorê bûne.

Piştî ketina balafira taybet a Sererkanê Giştî yê Artêşa Lîbyayê Mihemed El-Haddad û şandeya pê re, li cihê bûyerê lêkolîn didomin.

Du ji wan muxtaran ji Rûdawê re behsa bûyerê kir û da zanîn beriya ku dengê teqînê were bihîstin li gundên wan kareba qut bûye.

"Xwedê neyîne serê kesî"

Muxtarê gundê Evliyafakiyê Kemal Karaduman got:

"Vê şevê cendirmeyan ji bo me muxtaran peyam şand û got 'li herêma we balafirek ketiye xwarê, derkevin û lê bigerin'.

Me jî agahî da hemû muxtaran û me dest bi lêgerînê kir.

Herî dawî em hatin me li vir cihê qezayê dît. Xwedê neyîne serê kesî."

Muxtarê gundê Kavakliyê Îsmet Kurt jî wiha axivî:

"Her der bi dengê teqînê hesiya.

Teqîneke gelekî mezin bû, heta kamerayên çavdêriyê yên Haymanayê jî tomar kiriye.

Ji gundê Kavakli û Evliyafakiyê û derdorê hemû muxtar hatin heta vir.

Em bi otomobîlan hatin lê rê gelekî herî bû."

Cihê ketina balafirê nêzîkî 2 kîlometreyan ji gundê Kesîkkavakê yê navçeya Haymanayê dûr e.

Xelkê gundên derdorê jî dibêjin wan destpêkê gotiye qey erdhejeke mezin çêbûye yan jî trafoyên elektrîkê teqiyane.

"Gund di tariyê de man"

Şêniyê gundê Kesîkkavakê Adem Erdaş qala kêliya ketinê kir û da zanîn:

"Derdora saet neh û nîv û dehê bû.

Teqîneke gelekî bihêz bû, elektrîkên hemû gundan qut bûn. Gund di tariyê de man."

Nedîm Ozê ji heman gundî jî wiha got:

"Destpêkê ji me re gotin balafirek ketiye aliyê Çildaxê, ji bo min bû meraq ka ketiye kîjan aliyê Çildaxê.

Ez derketim derve min dît li asmanan nizanim helîkopter bû yan balafir digeriya.

Paşê me zanî ku balafir ketiye gundê Kesîkkavakê yê Haymanayê."

Ji aliyê xwe ve tîmên AFAD, şaredarî û tîmên pisporên teknîkî li herêmê di amadebaşiyê de ne.

Tîmeke 22 kesî ku 14 ji wan ji Lîbyayê hatine, parçeyên girîng ên balafirê kom kirin û ji bo Enqereyê şandin.

Endamê tîma Şaredariya Haymanayê Sînan Demîr got:

"Deng ji pencereyên me hat. Min got qey yekî li pencereya me da ber keviran.

Paşê me bihîst teqîn çêbûye. Yekî digot trafo teqiya, yekî digot erdhej çêbûye.

Em endamên tîma Şaredariyê ne. Dema diyar bû mijar çi ye em jî hatin alîkariyê."

Di encama ketina balafira taybet de Sererkanê Giştî yê Artêşa Lîbyayê Mihemed El-Haddad jî di nav de 8 kes mirin.

Ji bo diyarkirina sedema ketina balafirê ji aliyê teknîkî ve lêkolîn û ji aliyê dadî ve jî lêpirsîn didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst